Zewaca temenekî biçûk gelek zêde ye

Zewaca temenekî biçûk gelek zêde ye
WAN - Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Artemêtanê ya Wanê bi rastiya gelek pirsgirêkên jinan ên civakî hene li navçeyê xebata analîzê li dar xist. Midûriyeta li qadê bi 4 hezaran jinan re hat cem hev têkildarî pirsgirêkên jin dijîn gelek daneyên

Zewaca temenekî biçûk gelek zêde ye

WAN - Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Artemêtanê ya Wanê bi rastiya gelek pirsgirêkên jinan ên civakî hene li navçeyê xebata analîzê li dar xist. Midûriyeta li qadê bi 4 hezaran jinan re hat cem hev têkildarî pirsgirêkên jin dijîn gelek daneyên girîng bi dest xistin. Ji daneyên herî girîng jî daneya di temenekî biçûk de zewac bû. Di hevdîtinên bi 4 hezar jinan re hatin kirin ji sedî 71 jin bi rêbazên kevnar hatine zewicandin û ji sedî 37 jî di temenekî biçûk de hatine zewicandin.

Jin ji malê dernakeve

Dîsa li gorî daneyan ji sedî 33 tu jinan perwerdehî nedîtiye, ji sedî 80 jin naxebitin, ji sedî 50 ji ber berpirsiyara zarok heye tevlî kar nabe û ji sedî 84 jî jin piraniya dema xwe li malê bi paqijiya malê û li zarokan nêrînê re derbas dike. Li gorî van daneyan tesbîta li Artemêtanê jin ji qadên cemawerî, aborî, çandî û civakî mehrum mane û ji cendereya kevneşopiyê derneketin û her tim li malê tên girtin, di mijara zanista wekhefiyê de qelsî heye û ji amûr û alavên têkoşînê dûr in hate kirin.

'Li gorî jinan piştî birin nexweşxaneyê şîdet dît'

Psîkolog Sînem Koca têkildarî xebatê de axivî û diyar kir ku armanca xebata wan ew e ku asta şîdeta li hemberî jinê û cihê jinê yê di civakê de analî zbikin bû. Koca anî ziman ku li ser vê yêkê ewil li ser 15 jinên rastî şîdetê hatin xebat meşandin û di vê xebatê de pirsên vekirî ji jinan re pirsin û hevdîtin bi vê rêbazê pêk anîn. Koca da zanîn ku disa jinên rastî şîdetê hatin rewşa wan a piskolojîk ya piştî şîdetê jî bi dest girtin. Koca bilêv kir ku kesên bi wan re hevdîtin kirin ji ber şîdet dîtin di komkirina yekîtiya malê de zehmetiyan dijîn, naxwazin careke din vegerin nava şîdetê û piştî hevdîtinê di aliyê psîkolojîk de rihet dibûn.

'Daneyên hatin bidestxistin dê xebatên me pêşbixe'

Civaknas Nurgul Başdinç jî diyar kir ku bi gelek jinên pirsgirêk jiyîn re têkîlî danîn û raste rast ew muhata bgirtin û pirsgirêkên wan tesbît kirin. Başdinç anî ziman ku têkildarî van pirsgirêkan de xebat dan meşandin û wiha got: "Analîzekî me ya daneyen performansê nîşan bidin û lê binirxînin çêbû. Di xebatên xwe de me encamên girîng bi dest xistin. Daneyên me ji bo hemû xebatên êdî me bikin dê pêşiya me ve bike û ji bo em xebatekî rastî û statejîk bikin gelek girîng e. Daneyên me bi dest xistin ji bo herêmê û jinan encamên gelek girîng in."

'Zewacên bi temenekî biçûk bi xwe re gelek pirsgirêkan tînin'

Başdînç, da zanîn ku zewacên bi temenekî biçûk bi xwe re pirsgirêkên tendûrîstî û psîkolojîk tînin û ev yêk dibin sedam travmayekî gelek mezin. Başdinç bilêv kir ku zewaca bi temenekî biçûk bi xwe re şîdetê tîne û ligel vê yêkê jî di velidandinê de pirsgirêkên tendûrîstî yên gelek cidî derdikevin holê.
Başdinç destnîşan kir ku li gorî daneyan jin li Artemêtanê li qada civakî û cemawerî xwe namîne û nasnake û wiha axivî: "Divê em çareseriyên jin bi vîna xwe bi tercîha xwe tevlî jiyana civakî, aborî bibe û xwe di vê qadê de nas bike pêk bînin."(diha)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.