1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Zexta li ser "ZINDANA MÊRDÎN"ê
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Zexta li ser "ZINDANA MÊRDÎN"ê

A+A-

Zarathustra Gabar ÇIYAN

eurokurdnews@live.com

"ÎHD Mêrdîn"ê îro beyanek bi raya giştî re parvekir û bala wan kişand ser rewşa zindanên Turkiyê. Beyan, rewşa girtiyên nexweş di zindanan de ronî dikir. Bi taybetî jî zext û zilma li ser zindana Mêrdînê ji xwe re dikir mijar.

Siheta girtiyên di girtîgeh û bendîxaneyên Turkiyê de ne, zêde ne baş e. Li aliyê Kurdistanê rewş kambaxtir e. Girtî nexweş dikevin. Tedawiya wan di dema pêwîst de nayê kirin. Nexweşî li wan girantir dibe. Berpirs, bi derengî, anjî bi şêwe û zextên ne însanî nêzî pirsgirêkê dibin.

Li girtîgeh û zindanên Turkiyê bi sedan kesên nexweş hene. Hejmara girtiyên siheta wan xirab in û divê li derve, li nexweşxaneyên taybetî, di raçavkirina doktorên pispor de bêne tedawîkirin, 642 kes in. Nexweşên rewşa wan pir giran, 235 kes in. Gelek ji wan, bi êşên dijwar, rojane re rûbirû dibin û di nava şerê man û nemanê de ne. Ji bo hinek kesan, derman û tedawî jî êdî çare nake. Li gorî raporên tibî, rojên wan bihejmar û mana wan li jiyanê bi sînor e. Divê girtiyên wisa li malê bin, rojên xwe yê dawiyê bi malbat, carûcînar, dost û nasan re derbas bikin. Pîvana însanetiyê ev e.

M. Beşir Alto nexweş bû. Şerê "girêba (kanser) kezeba reş" dikir. Ji wezîrê edaletê hate xwestin ku mudaxele bike û Alto bê berdan, rojên dawiyê li malê, bi malbata xwe re derbas bike. Lê rêvebirên dewletê bersiv nedan. Alto, di dawiya miha gulanê, di hucreya nexweşxana Edenê wefat kir.

Niha jî li zindana Mêrdînê karê neînsanî dest pê kiriye. Tedawiya nexweşan dest kelemçekirî dikin. Kesên li dij derdikevin, bi cezayên disipilîn û hwd rûbirû dimînin.

Girtiyên di zindanan ji gelek tiştan mehrûm in. Şaş anjî rast, bedêla gunehên xwe didin. Lê mafê dewletê tune ye ku, girtiyan du caran ceze bike. Nexweşên li ber mirinê, bi saxî bikûjin. Bi zext, helwêst û kirinên ne însanî, nêzî pirsê bibin. Divê, hikumet û bi taybetî wezîrê edaletê pirsê cidî bigre. Dawî li vê zilmê bihênin. Bi taybetî hêzên siyasî û civakî yên Kurd, bêdeng û bêhelwêst nemînin...

 




 

 

Bu yazı toplam 679 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.