90 çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên iraqî ve hatin girtin

90 çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên iraqî ve hatin girtin
Li bajarê Samerra yê Iraqê, 90 çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên iraqî ve hatin girtin. Her wiha hat gotin ku komek çekdarên DAIŞê ji Mûsilê reviyane Sûriyê.

Li gorî medyaya Iraqê, fermandeyê operasyonên milîsên şîe yên Iraqê Hesen El Sarî ragihand ku di operasyona artêşa Iraqê û milîsên şîe de li rojavayê bajarê Samerrayê, 90 çekdarên DAIŞê hatine girtin û komek çekdar jî hatine kuştin.

Wezareta Parastina Iraqê jî eşkere kir ku li bajarê Mûsilê komek çekdarên DAIŞê ji wê rêxistinê veqetiyane û reviyane Sûriyê.

Li gorî agahiyên wê wezareta iraqî, 23 kes ji wan çekdarên ku reviyane, dîsa ji aliyê DAIŞê ve hatine girtin û hatine komkujkirin.

Li aliyekî din, fermandeyê Polîsê Iraqê ragihandiye, li başûrê bajarê Tikrîtê yê Iraqê jî 11 xwekujên DAIŞê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.