Akdogan usluba xwe ya da windakirin didomîne
Akdogan nirxandina “Îro şunde dikarin ancax fîlma pêvajoya çareseriyê bê bikin” kir.
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan ê ku di kampanyayê hilbijartinê de gotinên “Heke bendê derbas neke bê baş be”, “Derbasbûna HDP’ê ya bendê dê ji bo demokrasiyê tehdîd e”, “Heke Ak Partî ne li îxtidarê be ji ruhê pêvajoya çareseriyê re fatîha” bal kişand gotinên xwe yên bi vî rengî piştî hilbijartinê jî berdewam kir.
Akdogan peyam negirt
Akdogan ê ku ji bo civîna lijneya wezîran hat Navenda Giştî ya AKP’ê der barê encamên hilbijartinê de nirxandin kir. Akdogan têkîldarî encamên hilbijartinê nirwandina “Di tişta ku qewîmî de xêr heye. Ji ber ku AK Partî kirin partiya yekemîn ez spasiyên xwe gel dikim, ji bom e ya yekem Tirkiye ye” kir. Akdogan di berdewamê de jî gotinên “HDP îro şunde dikare tenê fîlma pêvajoya çareseriyê bikişîne, an go bi gotina bi gotina hingiv, hingiv dev şîrîn nabe, bi gotina aştî, aştî nabe” kir.
Yildiz: Em ê peyamê bigirin
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enrejiyê Taner Yildiz jî ev tişt anî ziman: “Bêguman em ê encamên hilbijartinê bi hemû aliyê wî ve binirxînin. Em ê peyama ku hilbijêran daye bi awayeke herî baş fêm bikin. Careke din ji berk u gel AK Partî kir partiya yekemîn ez spas dikim. Di pêvajoya hilbijartinê de me gotina ‘tercîhên welatiyan ên di sandoqan de li ser sêrûçavên me’ bi kar anî îro jî dubare dikin. Rêzgirtina ji bo demokrasiyê tenê ne bi gotinê bi îcraetê divê pêk bê. Encamên hilbijartinê hemû partî dê binirxînin û teqez peyamê bigirin, em ê jî vê peyamê bigirin.”
Kurtulmuş peyam girtiye
Numan Kurtulmuş jî diyar kir ku ji hilbijartinê peyama di serî de makeqanûna Tirkiyeyê hemû qanûnên nedemokratîk bên guhertin derketiye û nirxandina “Qanûna partiyên siyasî, qanûna hilbijartinê divê bê guhertin. Bi rêzdariya îradeya gel divê derbasî pêvajoya nû bibin” kir. Kurtulmuş di berdewamê de jî gotina “Hilbijêran peyama bi sererastkirinan ve riya xwe bidomînin daye me “ bi kar anî. (diha)





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.