Amnesty International: Rejîma Esed 65 hezar kes revandine
Dusseldorf -Amnesty raporteke 70-rûpelî belav kir û tê de diyar dike: "Mirov ji malên wan, ji cihên wan yên kar, ji hundirê erebeyên wan tên revandin, li paş wan malbatên wan dimînin, ku bi ti şêwazî nizanin ka xizmên wan li kû tên ragirtin, an hêj dijîn."
Li gor Amnesty, ev hejmar ne texmîn e, lê bûyerên belgekirî ne û diyar dike ku "Tora Sûrî ji bo Mafên Mirovan" navê 65.116 kesan tomar kirine, ku di navbera Adara 2011ê û Tebaxa 2015ê de ji aliyê rejîmê, an jî saziyên nêzîkî rejimê ve, hatine revandin, ku 58.000 jê kesên medenî ne.
Li gor Amnesty, di destpêka krîza sûrî de rejîmê pirranî rexnegirên rejîmê direvandin, lê niha wiha bûye ku her kesek dikare bê revandin, eger bi çi şêwazekî guman li ser hebe ku ne alîgirê rejîma Esed e.
Di hewla dîtin û azadkirina kesên revandî de, xizmên wan bertîlên mezin didin û gellek caran xwe dikin bin deynên mezin. Li gor Amnesty, bazareke reş ya navbeynkaran li derdora berpirsên rejîmê çêbûye, ku ji bo her agahiyeke derbarê kesên windabûyî de pere tên standin.
Amnesty li ser zarê parêzerekî ji Şamê diyar dike ku bertîl bûye çavkaniyeke zêrîn ji bo rejîmê û bi taybetî di herdu salên borî de mirov bi armanca ku paşê pere ji xizmên wan bên standin, hatine revandin.
Amnesty diyar dike ku kesên revandî li tevaya Sûriyê li navend û girtîgehan tên ragirtin, ku hinek ji wan girtîgehan bi fermî tine ne.
Rêxistina mafên mirovan bang li Neteweyên Yekbûyî dike ku van tawanan bibe pêş Dadgeha Tawanan a Navnetewî û bi ambargoyan rejîma sûrî bike jêr guvaşê.
Ji destpêka şerê navxweyî li Sûriyê ji 2011ê ve, li gor texmînan heta niha bêtirî 250.000 kes hatine kuştin û bêtirî nîvê 22 milyon hemwelatiyên Sûriyê ji cihên xwe derbider bûne.(rudaw)





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.