Angelîna Jolie: Bila Ewropa deriyê xwe ji penaberên êzîdî re veke

Angelîna Jolie: Bila Ewropa deriyê xwe ji penaberên êzîdî re veke
Mêrdîn– Balyoza nêtpakî ya NY û stêrka Hollywoodê Angelîna Jolie bang li welatên Ewropayê kir, deriyê xwe ji penaberên êzîdî re vekin û wan biparêzin.

Angelîna Jolie: Bila Ewropa deriyê xwe ji penaberên êzîdî re veke

 

Mêrdîn– Balyoza nêtpakî ya NY û stêrka Hollywoodê Angelîna Jolie bang li welatên Ewropayê kir, deriyê xwe ji penaberên êzîdî re vekin û wan biparêzin. 
 

Angelîna Jolie û komîsarê bilind ê NY di karûbarên penaberan de Antonio Gutters duh bi helkefta “Roja Cîhanî ya Penaberan” li navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê serdana kampa penaberên Sûriye û Iraqê kirin. 
 

Piştî dîtina kampa penaberan, Jolie û Gutters di civîneke rojnamevaniyê de daxuyanî dan. 
 

Jolie di civînê de dilgiraniya xwe ji çaresernebûna arîşe û tengaviyên penaberan anî ziman û got, heta niha mirov evqas ji mal û warê xwe nebibûn û mafên mirov nehatibûn binpêkirin. 
 

Li ser penaberên kurd ên êzîdî yên ji ber şerê DAIŞê reviyane Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî, balyoza nêtpakî ya NY got, ez dizanim beşek mezin ji wan dixwazin mafê penabertiya welatên Ewropayê bistînin lê ez çi bikim, ez ne seroka welatekî me ku vê yekê pêk bînim. Ez dikarim bangî wan welatan bikim ku deriyê xwe ji kurdên êzîdî re vekin û wan boparêzin. 
 

Komîsarê bilind ê NY di karûbarên penaberan de Antonio Gutters jî anî ziman ku di cîhanê de herî kêm 60 milyon penaber hene û got, ev jî trajediyeke mirovî ye.
 

Gutters diyar kir ku heta niha hewlên çareserkirina arîşeyên penaberan serkeftî nebûne û da zanîn, di kampa Mîdyadê de 2 hezar û 379 penaberên êzîdî û 3 hezar û 47 penaberên Sûrî hene ku piraniya wan kurdên Rojavayê Kurdistanê ne. 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.