Bazirgan musalatî xwezaya Colemêrgê bûne!

Bazirgan musalatî xwezaya Colemêrgê bûne!
Li Colemêrgê bi salana dewlet darizandan tunekirin vê carê jî qadên darisantê ji aliyê bazirganên daran ve tên talankirin.

Li heremên Dostkî û Oremar ên navçeya Geverê ya Colemêrgê ji aliyê bazirganên daran ve tê talankirin. Qadên bi salne ji ber operasyonên leşkeran hatin şewitandin û taxrîpkirin ji aliyê hin kesan ve tê talankirin. Li Ştazin bi sedan darên guzan hatin birîn û darên hatin birîn 50 metre dûrî Qereqola Şitazin in. Tê gotin kesên ji Kayserî, Bedlîs û Enqere hatin darên guzan dibirin û ji her darê re 500 û hezar TL. pere didin. Li gundê Bêsitkê li hemberî Qereqola Têlane bi tonan darên guzê hatin birîn û li nava gund hatin komkirin. Tê gotin ku bazirganên daran rastî tu astengiyan nayên û ev yêk jî perçeyek polîtîkayên qadê bêdar bikin e.


Hinceta ji bo darbirînê peydakirin!

Darên hatin birîn bi kamyonan tînin navçeyê. Ji kesên daran dibire M.B. wiha got: "Em daran ji bo hewcehiyên zivistanê dibirin. Berê li vir leşkeran dar dibirîn. Ji me re tu tişt nedigotin. Leşker, kadastro û midûriya daristanan got, 'Em dê li vê qadê darên meşe biçînin' destûrê didin me. Heke em nebirin dibêjin ev sazî dê bibirin. Heke ew dê bibirin em dê bibirin."(Diha)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.