1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Bazirganiya navbera Kurdistan û Îranê zêde dibe
Bazirganiya navbera Kurdistan û Îranê zêde dibe

Bazirganiya navbera Kurdistan û Îranê zêde dibe

Deriyê Sînor ê Perwêzxan çalaktirîn xala bazirganî ya di navbera Herêma Kurdistan û Îranê de ye û ji sedî 70’e ya bazirganiya navbera herdu aliyan bi rêya wî sînorî tê kirin.

A+A-

GERMIYAN - Di vê derbarê de Rêveberê Gumrika Germiyan Husên Ehmed ji BasNewsê re got: ‘‘Ji sala 2013’an ve sinorê Perwêzxan gelek pêş ketiye û li gor amarên li ber dest sinorê Perwêzxan çalaktirîn sinorê di navbera Îraq û Îranê de ye. Li gor amaran tevahiya dan û standinên abori yên navbera herdu welatan ji sedî 70 ’ê bi rêya wê xala sinor bûye.’‘

Husên Ehmed wiha axifî: ‘‘Ji sedî 95’ê kel û pelên ku bo navçeyên naverasta Îraqê tên şandin hemû bi rêya sinorê Perwêzxan an tên.’‘

Ehmed behsa pirsgirêkên sînor jî kir û wiha pêde çû: ‘‘Plana ku ji bo sînor hatiye danîn tenê formalîteye û ne tişteke din. Me ji wezareta darayî ya Herêma Kurdistan û Îraqê xwestiye daku zêdetir girîngiyê bi vê xala sînorî bidin û budçeyeke taybet jêre diyar bikin.’‘

Perwêzxan yek ji deriyê sînor ê fermî yê di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamî ya  Îranê de ye û dikeve sinorê îdareya Germiyan. Herwiha salana ji Îranê gelek geştyar bo serdana cihên olî yên Şîeyan di wî deriyê sînor re derbasî İraqê dibin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.