Bendava Alparslanê dê çanda gund jî tune bike
MÛŞ – Bi temamkirina bendavê ve dêrên ji dema ermanan mane, girikên ji dema bîzansê mane û çanda gundan a ku ji aliyê hezaran kesan ve tê jiyîn jî tune bibe. Ji welatiyên gundê Tepeyê Hayrettîn Ozer diyar kir ku piştî bendav bê temamkirin dê mecbûr bimînin koçî bajarên mezin bikin.
Li Mûşê Bendava Alparslan 2 ya ku tê çêkirin piştî ku bê temamkirin dê gelek herêmên dîrokî jî di nav de 21 guhdan di bin avê de bihêle û tune bike. Welatiyên ku debara xwe bi sewalkarî û çandiniyê ve dikin jî piştî ku gundên wan di bin avê de bimînin mecbûr bimînin koç bikin. Gundê Tepeyê Gimgimê ku ji 100 malan pêk tê dê di bin avê de bimîne yek ji van gundan e. Welatiyê gund Hayrettîn Ozer diyar kir ku ev 40 sal in li vî gundî dijî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me mala xwe Nû çêkiribû. Di warê aborî de rewşa me hinekî baş bûbû. Gundê me dê di bin avê de bimîne. Niha em mecbûr in biçin ciheke din.” Ozer da zanîn ku rayedarên ku bendav çêkirine ewil soza dê ji bo wan xanî bidin çêkirin dane wan lê beriya hefteyeke heyeteke nû hatiye û ji wan re gotina “Em ê ji we re beramberê 140 hezarî xanî çêkin” bi kar anîne. Ozer got ku ne pêkan e ku welatê vê pereyê bibînin û wiha berdewam kir: “Li gund mesrefa malekî 30-40 hezar TL ye, gundî vê 140 TL pere li ku derê bibînin. Em ev yek red kir.”
‘Ciheke em biçin nîne’
Ozer diyar kir ku piştî bendav bê temamkirin cihê ku ew ji bo xwe xanî çêkin merayên wan e û wiha got: “Heke em li ser merayan gund cardin înşa bikin vê carê jî cihê ku em sewalên xwe biçêrinin namîne. Heke em nikaribin sewalên xwe xwedê bikin, çandiniyê nekin em ê li wir çi bikin. Li hin gundan çêrê jî di bin avê de dimîni, ciheke ew biçin jî nîne.”(Diha)





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.