Bîden sersaxî da Barzanî

Bîden sersaxî da Barzanî
Arîkarê Serokê DYAyê Bîden telefonî Serokê HKIyê Barzanî kir û ji ber pêşmergeyên ku hatin kuştin sersaxî dayê.

Hat diyarkirin ku Arîkarê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Bîden, telefonê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî kir û Bîden û Barzanî li ser telefonê axivîn. Li gor daxuyaniya ku ji malpera fermî ya Seroktiya HKIyê hat dayîn, Bîden telefonî Barzanî kir, newroza Barzanî û gelê kurd pîroz kir  û sersaxî da malbatên pêşmergeyan.

Bîden pesnê hêzên HKIyê yên ku li hember DAEŞê serkeftinên girîng bi dest xistin kir û wiha got. "Qehremanî û serkeftinên pêşmergeyan mirov heyran dihêle."Bîden destnîşan kir ku DYA bi birêvebiriya Herêma Kurdistanê re dost e û mutefîqê wan e û da zanîn ku li dijî DAEŞê dê arîkariya wan a leşkerî û mirovahiyê ya ji bo HKIyê dê berdewam bike.

Barzanî jî di şexsê Bîden de spasiya gel û birêvebiriya DYAyê kir û ji bo ku terorîstan ji holê rakin xwest ku arîkariyên navneteweyî berdewam bikin.(aa)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.