Çanda mirtiban (DOM) diçe ber UNESCOyê
Derhênerê Mêrdînî Halîl Aygun, bi belge fîlma "Dom"ê serî li UNESCOyê da. Derhêner, ji jiyana mirtiban ên ku li başûrê rojhilat wek "Dom", "Qereçî" û "Mirtib" tên binavkirin îlham girt û belge fîlm amade kir.
MÊRDÎN - Derhênerê Mêrdînî Halîl Aygun, bi belge fîlma "Dom"ê serî li UNESCOyê da. Derhêner, ji jiyana mirtiban ên ku li Başûrê Rojhilat wek "Dom", "Qereçî" û "Mirtib" tên binavkirin îlham girt û belge fîlm amade kir.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê mirtib diçin dawetan û li wir rebabê lê didin, debara xwe wiha dikin. Armanca derhêner jî ew e ku mirtib û çanda wan berze nebe. Heke mirtib bikevin lîsteya mîrata çandê ya UNESCOyê, dê UNESO wan bigre bin parastina xwe û çanda wan winda nabe.
Aygun nûçegihanê AAyê re daxuyand ku belgefîlma Domê heta niha gelek xelat wergirtine û niha jî bi vê belgefîlmê serî li UNESCOyê daye.
Aygun got: "Dom tune tên hesibandin. Armanca me ew e ku li Mêrdînê çanda Doman dewam bike."
Aygun wiha dewam kir: "Berê koçer bûn. Niha herî zêde li Herêma Başûrê Rojhilatê dijîn. Di belge fîlmê de jî me jiyana wan a rengîn kişand. Li Mêrdînê hemû komên etnîkî li ber çavan in, lê Domhatin jibîrkirin. Hêviya me ew e ku ji bo Dom neyên jibîrkirin, der barê çand û jiyana wan de xebat bên kirin. Amûra ku bi kar tînin li gelek welatên dinyayê tê bikaranîn, lê Doman ew bi çermê mar û masiyê çêkirine û veguhestine amûreke xas û xwemal. Dom niha di dawetan de li vê amûrê didin û klamên kurdî dibêjin û bi vî awayî debara xwe dikin. Ji bo ev çand bijî me serî li UNESCOyê da."
Aygun da zanîn ku li Mêrdînê gelek şaristanî û çand hene û bi hev re dijîn, lê Domzêde nayên nas kirin.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.