Çanda textê ser baniyan winda dibe

Çanda textê ser baniyan winda dibe
ŞIRNEX - Çanda bajarvaniyê û pêşketina klîmayan, li Cizîrê çanda razana ser textan û baniyan têk bir.

Çanda textê ser baniyan winda dibe

ŞIRNEX - Çanda bajarvaniyê û pêşketina klîmayan, li Cizîrê çanda razana ser textan û baniyan têk bir. 

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bêşketina bajarvaniyê û bikaranîna zêde ya klimayan, çanda razana ser baniyan û textan têk bir. Li navçeya dîrokî Cizîrê ji ber demsalên havînan pir germ e, welatî di vê demsalê de li ser text û baniyan radizên. Lê ji ber çanda bajarvaniyê pêş ket û bikaranîna klîmayan zêde bû, êdî welatî dernakevin ser baniyan ranazên. Welatî bi şev bêdir li hundir li ber hewaya klîmayan radizên. Ji ber malên kurdan qelebalixin, li ser her banî 3-4 text hebûn. Çanda razana ser textên baniyan pir pêş ketîbû bû. Di demsalên havînê de her welatî teqes li ser banî radizan. Lê niha ji ber avahiyên bilind zêde bûn, bajarvanî li dijî çanda civaka kurd pêş ket, welatî wekî berê li ser baniyan ranazên. Dîsa ji ber teknolojî û klîma pêş ket, çanda razana baniyan têk çû. Welatiyên ku berê li ser baniyan radizan û stêrk temaşe dikirin, edî di nava dîwarên betonî de li ber hewaya klîmayê radizên. Berê di şevên demsala havînê de welatiyan nivînên xwe dibirin ser banan û heta roj derdiket li ser banî radizan. Welatî li ser textên 5-6 kesan li ser banî radizan. Li ser her serbanî 3-4 text hebûn. Welatiyan derdora textan bi cîbindirikan dipêçan û bi şevê xwe ji pêşûyan diparastin. Piştî pêşketina bajarvaniyê û pêkşetina klîmayan êdî şert û mercên ku welatî textên xwe li ser baniyan dînin û li ser baniyan razên nema. Ji ber di her apartmanê de qat zêde bûn û gelek malbat di heman apartmanê dene, cihê hemû malbatan li ser yek banî tune. Berê her avahî 1-2 qat bûn û 2 malbat dikarîbûn li ser baniyekî razana, lê niha ev şert û merc ji holê rabû. Şert û mercên bajarvaniyê welatî arasteyî klîmayan kirin û welatî neçarin li ber hewaya klîmayan a ji bo tenduristiyê xerabe razên. 

'Her necarî havînekê 100 text çêdikirin'

Ji ber ku textên ser banan pêwendiya welatiyan nakişînin necarên bajêr jî gazincan dikin. Sûka Necara ku demekê 10-20 necar hebûn û dengê çekûç û mişarên wan bilind dibû, niha di nava bêdengiyê de ye. Esnaf H. Mehmet Şenturk (65) ku ji zaroktiya xwe ve necariyê dike diyar dike ku salên berê di sûkê de gelek necar hebûn û her yek ji wan serê demsala havînê nêzi 100 textên serbana çêdikirin. Şenturk destnîşan dike ku niha gelek dikkanên necara hatine girtin û ew kêm kes mane û wiha di axive, "Niha salê herî zêde em 5 textan çêdikin. Ew jî ji bo welatiyên gundan çêdike. Li bajêr kes serbanan ranaze. Ew çand windabûye." (diha)
 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.