DAÎŞ xwe amade dike ji Mexmûr vekişe
Yayınlanma:
Güncelleme:
Jêderên herêmê li parêzgeha Mûsil roja yekşemê ragihandin: ji ber bombebarankirina tund ya hevpeymana navdewletî li ser bargehên DAÎŞê, çekdarên wê rêxistinê amadekariya xwe vekşandinê ji navçeya Mexmûr dikin.
Xeyas Sorcî rêveberê navenda ragihandina rêxistinên Nînewa ya Yekîtiya Niştimanî Kurdistan ji PUKmedia re eşkere kir: çekdarên rêxistina tîrorîst piştî topbaranên tund ji aliyê balafirên hevpeymana navdewletî li ser bargehên serbazî ji gundên navçeya Mexmûr tevî kel û pel û alavên xwe vedikşin û ber bi qezaya Şirqat ve diçin.
Sorcî tekez li ser wê yekê kir ku çekdarên tîrorîst yên DAÎŞê dest bi operasiyoneke binçavkirinê li navçeya Şirqat kirin û hijmarek ji xortên wê, ber bi cihên ne diyar ve revandin.(pukmedia)
Resmi İlanlar
Güncel





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.