DAIŞ'ê bazirganiya heremê têk bir

DAIŞ'ê bazirganiya heremê têk bir
Êrîşên çeteya DAIŞ'ê yên li ser heremê bazirganiya heremê jî têk bir. Li gor sala derbasbûyî bazirganiya di navbera Tirkiye û Başûrê Kurdistanê de ji sedî 50 daket.

AMED - Êrîşên çeteya DAIŞ'ê yên li ser heremê bazirganiya heremê jî têk bir. Li gor sala derbasbûyî bazirganiya di navbera Tirkiye û Başûrê Kurdistanê de ji sedî 50 daket. 


Çeteyên DAIŞ'ê piştî ku li Rojava têk çûn, berê xwe dan Başûrê Kurdistanê û li vir dest bi qetliyaman kirin. Li gel karestê mirovîn ji ber van pevçûnan bazirganiya heremê jî têk çû. Li gor sala derbasbûyî bazirganiya di navbara Tirkiye û Başûrê Kurdistanê de ji sedî 50 kêm bû. Başûrê Kurdistanê li gel tevahiya Tirkiyeyê ji bo bazirganên li Amedê jî bazarek dewlemend bu. Li gor daneyên ji Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) êrîşên çeteya DAIŞ'ê tesîrek neyî li ser bazirganiya ji Başûrê Kurdistanê, Suriye û Iraqê re kiriye. 

Di hezîrana 2013'an de hecmê bazirganiyê 919 milyar û 652 milyon û 13 hezar TL bû. Îsal di heman mehê de ev hecm piştî êrîşên DAIŞ'ê daket 726 milyar û 138 milyon û 11 hezar TL yan. Dîsa di tîrmeha 2013'an de 1 katirilyon û 62 miyar û 357 milyon û 79 hezar TL hecma bazirganiyê di heman meha îsal de de daket 569 milyar û 542 milyon û 9 hezar TL'yan. Tê payîn ku ev rewş di mehên pêşiya me de wê xerabtir bibe. Niha firmayên ku berê bi ser Başûrê Kurdistanê de malê xwe difirotin ji ber ku DAIŞ'ê ev der girtine nikarin biçin heremê. Firmayên heremê ji ber vê nikarin li herama ereban tiştan bifiroşin. 

Her wiha ji ber ku înşaat jî sekinîne sektora înşaatê ketiye nava krîzek mezin de û nikarin pereyê xwe bigirin.Hasan Yoldaş(Diha)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.