Demirtaş: Biryara xwerêveberiyê rewa ye û paçek ji bernama HDP`ê ye

Demirtaş: Biryara xwerêveberiyê rewa ye û paçek ji bernama HDP`ê ye
Di hevpeyvînekê de li gel ajansa ANF`ê, Hevserokê HDP Selahedîn Demirtaş biryara gel a xwerêvebirinê nirxand. Ji bo xwerêveberiyên li gelek herêmên Kurdistanê hatine ragihandin Demîrtaş ev nirxandin kir:

"Ji xwerêveberiya gel bêhtir tiştekî rewa nîne. Parçeyek ji bernameya partiya me ye. Ji xwe eger em were ser desthilatdariyê yan jî bi desthilatdariyê re muzakereyê bimeşînin, em ê ji bo modela rêveberiya siyasî ya Tirkiyeyê xweseriyê pêşniyar bikin. Lewma nerewa nîşandana daxwaza xweseriyê ya gel, li dijî bernameya partiya me ye.

Cudahiya me ya di vir de ew e; divê çek neyê bikaranîn, şîdet nebe. Nêzîkatiya HDP'ê, lêgerîna HDP'ê ya çareseriyê li ser vê zemînê, li ser zemîna siyaseta demokratîk pêk tê. Ji ber vê yekê divê helwesta xweseriyê ya ji aliyê meclîsên gel ên sivîl ve hat nîşandan, weke beyana vîneke gel a rezdarî were dîtin.

Eger meclîsên bajêr, rêxistinên civakî yên sivîl dixwazin alternatîfa demokratîk a saziyên hikûmetê ava bikin û rê û rêbazên çawaniya vê alternatîfê di emel de nîşan didin, divê mirov bi awayekî cidî lê guhdarî bikin. Yanî binçavkirin, girtin, kuştin bi kêr nayê. Ya kêrhatî ew e ku dengê gel were bihîstin û ji bo xurtkirina xwerêveberiyan nîqaş bên meşandin."

Demîrtaş da zanîn ku ev xwerêveberî beyana vîneke siyasî ye û got, "Em bi vî rengî fêm dikin û hurmetê nîşanî vê helwesta gel didin. Pêwîste hikûmet, Dewleta Komara Tirkiyeyê jî vê krîmînalîze nekin.

Li şûna ku vê weke karekî cihêkariyê bîne ya rast, bi awayekî rast nêzîkbûn û rexnekirin e. Yanî eger kêmasiyên xwe hebe dikare were gotin 'Divê ne bi wî rengî be, bi vî rengî be'. Divê hikûmet karibe bêje, 'ev dever şaş e, ev dever kêm e'. Bi helwesteke êrîşkariyê bi helwesteke tinehesibandinê re pirsgirêk çareser nabe."(pukmedia)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.