Demîrtaş: Rojnamegerên kurd di çavê dewletê de dijmin in

Demîrtaş: Rojnamegerên kurd di çavê dewletê de dijmin in
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi armanca piştevaniyê DÎHA ziyaret kir û got ku li Tirkiyeyê di çavê dewletê hemû rojnamegerên kurd dijmin in.

 

STENBOL -  Demîrtaş anî ziman ku bi taybet li cihên qedexeya kolanan lê pêk tê xebatên medyayê tên astengkirin û lê DÎHA'yê di vê demê de karên gelek zor kirin û wiha got: "Divê di vê demê de medya binpêkirinên mafan nîşan bidin. Di salên 90'î de binpêkirinên mafan nehatin dîtin û divê heman şaştî neyê kirin."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, parlementerên HDP'ê Pervîn Buldan, Garok Paylan û Sezaî Temellî û gelek kesên din bi armanca piştevaniya buroya me ya Stenbolê ziyaret kirin. Di ziyaretê de Demîrtaş û heyeta pê re ji aliyê xebatkarên buroya DÎHA'yê ya Stenbolê ve hatin pêşwazîkirin. Demîrtaş di ziyaretê de axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê rojnamegerên kurd di çavê dewletê de dijmin in û wiha got: "Rojnameger rastî êrîşan hatin û komên meydayê rastî êrîşan hatin. Xebatên medyayê hatin astengkirin û qedexekirin. Ji bo mafên mirovan azadiya raman mafê mirovan ê herî girîng e. Heke hûn nêrînên xwe parve nekirin û belav nekirin tu qîmeta wan tuneye. Ji bo hûn ramanên xwe parve bikin medya gelek girîng e û heke hûn ramanên xwe parve nekirin û belav nekirin tê wateya azadiya medyayê tuneye."

'Heke azadiya raman neyê parastin parastina mafên din zor e'

Demîrtaş anî ziman ku weke HDP ji bo ramanên xwe belav bikin xwe di bin zextan de hîs dikin û wiha axivî: "Em ji ber vê yekê bi hemû medyaya rastî zextan tê re di nava piştevaniyê de ne. Em bi DÎHA û hemû kedkarên çapemeniyê re di nava piştevaniyê de ne. Azadiya raman dayîka mafan e. Heke hûn azadiya raman neparêzin, parastina mafên din dê bikeve zorê. Mafê jiyanê, mafê malê, mafê siyasetê hemû azadiya raman pêk tînin. Hêj rojnamegerên girtî hene û rojnameger rastî zextên hiqûqî tên. Hemû piştevaniyê heq dikin. Rojnamegerên li qadê dixebitin hene. Ewlehiya canê wan tuneye û sîgotaya wan tuneye. Em bi hemû medyayê re di nava piştevaniyê de ne. Em bi xebatkarên çapemeniya nêzî hikûmetê re jî dixebitin re ne."

Demîrtaş da zanîn ku DÎHA karên gelek girîng kirin û wiha pê de çû: "Bi taybet li cihên qedexeya kolanan lê heyî hewil dan medya nekeve wan bajaran. DÎHA'yê di vê demê de karên gelek girîng û zor kirin. Divê yên aştiyê dixwazin di vê demê de bi hev re bin. Divê di vê demê de medya binpêkirinên mafên nîşan bide. Di salên 990'î de nîşan nedan û divê heman şaştiyê nekin. AKP di polê de ma. Medyaya nêzî wan jî azad nîn e. Li gelek gerînendên giştî digerin û jê re dibêjin 'HDP'iyan dernexin TV'iyê' Niha dibêjin dê wisa HDP'ê bêdeng bikin. Ji vê yekê re tu hewcehî tuneye. Bila ji vê yekê re civak biryarê bide." Demîrtaş bilêv kir ku operasyonên zext û tepisandinê yên berê jî tu encam nedan û niha û şun ve jî nadin.

Demîrtaş têkîldarî mijara ku li Farqînê polîsan çek dan serê nûçegihanê DÎHA'yê Serhat Yuce jî ev tişt anî ziman: "Serlêdana suc li cem dozger bi xwe ye. Bawer im pêkûtiya siyasî hîs dike. Hikûmeta demî li ser daraz û çapameniyê pêkûtiyeke wisa pêk anî ku got qey li ser sucan bigire. Bawer im li welatekî din be serokomar dê ev rewş şermezar bikira. Ji bo ku daraz bikeve nava hewldanan em ê serlêdanên pêwîst bikin. Rewşeke ku divê lêpirsîn û doz bê vekirin e."

'Rojnamegerên ku li ser bûyera Haci Bîrlîk girtin jî mirovahiya xwe winda kirin'

Demîrtaş li dijî muameleya nemirovî ya li hemberî cenazeyê Haci Bîrlêk ê li pişt panzerê hate girêdan û li erdê hate kaşkirin jî nerazîbûn nîşan da û wiha axivî: "Wêneyê Haci Bîrlîk bi xwe trajediya mirovahiyê ye. Min teyît kir û wisa weşand. Li wir mirovahî li erdê hate kaşkirin. Alîgirên hikûmetê xwe spartin derewan. Xwezî ne wisa be. Ev mirov bêyî ku bibêjin 'lê' divê şermezar bikin. Li wir kesên ku ev yek kirin ne tenê hêzên ewlehiyê ne rojnamgerên ku hewl dan li ser vî yekê bigirin jî mirovahiya xwe winda kirin. Gotina bila morala hêzên ewlehiyê xira nebe faşîzm e. Ma gelo morala gelê tirk jî li hemberî van dîmenan xira nabe? Bertekên piştî bûyerê pir wahîm bû, trajîk bû."

'Tirkiye dikare li Sûriyeyê bibe pêşengê aştiyê'

Demîrtaş der barê mijara geşedanên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê û mudaxîlbûna Rûsyayê de jî ev nirxandin kir: "Gotinên me yên ku li Sûriyeyê rewş her diçe xirabtir dibe heye. Ev rewş tê kurtir bibe. Niha Rûsya û Çîn dixwazin dakevin dikê. Ev nîşan dide ku dê şer kûrtir bibe. Tirkiye aktorekî girîng e lê xwe notr dike. Di rewşeke wisa de bêdeng mayîn nabe. Divê Tirkiye têkîliyên wekhev dayne. Li qadê bi wekaletê divî şer nemeşîne. Tirkiye dikare li Sûriyeyê bibe pêşengê aştiyê."



Demîrtaş bilêv kir ku Tirkiye divê ewil bi kurdên xwe re li ehv bê û têkîldarî hilbijartinên 1'ê Mijdarê jî nirxandina "Hikûmet li ser me pêkûtiyan dimeşîne. Dixwaze HDP'ê li her derê bifitisîne. Dorpêça çapemeniyê heye. Di bin evqas tazîkê de HDP birina hilbijartinan dê di wijdana gel de cih nebîne. Li şûna gel daxubtina qadan em ê biçin."

Demîrtaş piştî serdana DÎHA'yê ji bo biçe serdana Rojnameger Ahmet Hakar ji ajansa me veqetiya.(diha)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.