Demîrtaş: YPG Şengalê teslîmî barbariya DAIŞ'ê nake
AGIRÎ (DÎHA) - Namzetê serokomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di mitînga Agiriyê de axivî û diyar kir ku gel dê di hilbijartina 10'ê tebaxê de duristiyê xelat bike û şaştiyê jî ceza bike. Demîrtaş, balkişand ser texrîbata mezhebî û nijadperestiya li Rojhilata Navîn û wiha got: "Heke li Fîlîstîn, Suriye û Iraqê weke me got li cem hev rawistiyaban bi hev re têkoşîn kiriban gelo ev felaket dê pêk hatiban? Barbariya DAIŞ'ê gihişte Şengalê. Dixwazin êzidiyan qetil bikin. Lê em dê di nava piştevaniyê de bin. Em dê xwedî li Şengalê derbikevin. YPG Şengalê ji wan barbarên DAIŞ'ê re nahêle."
Nazmetê Serokomariyê û Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di çarçoveya xebatên hilbijartina serokomariyê de li Agiriyê mitîng li dar xist. Mitîng li qada Çarrêyê pêk hat û bi hezaran kes tevlî mitîngê bûn. Serokwekîla Koma HDP'ê Pervîn Buldan, Hevşaredarên Agiriyê Sirri Sakik û Mukaddes Kubîlay, Parlementera Qarsê Mulkiye Bîrtane, rêveberên HDP'ê û PHD'ê, hevşaredar û bi hezaran welatî tevlî mitîngê bûn. Berî axaftina Demîrtaş hunermend Kadîr Çat û Koma Çarnewa derketin ser dikê û staran gotin. Piştî demek şunda Demîrtaş derket ser dikê û girse silav kir. Zarokê di destê wî qumbere heyî derket ser dikê û qumbereya xwe da Demîrtaş. Demîrtaş axaftina xwe bi gotina "Em hewil didin ku layîqî vê kedê bibin" dest pê kir.
'Bi jiyaneke nû em dixwazin çareseriyê pêk bînin'
Demîrtaş, da zanîn ku di pêvajoya namzetiya serokomariyê de bi tu awayî derdê wî meqam û mewkî nebû û wiha axivî: "Berî her tiştî daxwaza me ya aştî û biratiyê heye. Ji bo hemû gelên tên tepisandin bû namzetê serokomariyê. Hûn baş dizanin ku gelê Agiriyê rastî xizaniyê, komkujiyê û înkarê hat. Ev dewlet nebû dewleta gelan. Li cem derdorên tên tepisandin cih negirt belavajî bû dewleta hemwelatiyên xwe bitepisîne. Kê li ser vê axê gotibe, 'Ez li hemberî bîrdoziya fermî ya dewletê derdikevim' rasdtî zextan hatiye. Li Deryaya Reş, Deryaya Sipî û Trakyayê heman tablo heye. Em dixwazin bi jiyaneke nû çareseriyê pêk bînin. Li vir yên deng didin me jî hene û yên deng didin AKP'ê jî hene. Li ser çarvan. Me biryara siyaseta hevpar a hemû derdorên tên tepisandin bikin da. Divê em weke kurd dest bidin hemû derdorên tên tepisandin. Bi hişmendiyeke jiyaneke nû û siyaseteke nû bi hev re tev bigerin."
Demîrtaş, bilêv kir ku tu caran wan negot bila "Tirkiye parçe bibe" tenê wan xwest bi zimanê xwe, çand, dîrok û azad bijîn û wiha pê de çû: "Dewletê bi zextan ev yek asteng kir. Em her tim ji welatiyên li Rojava dijîn re weke 'terorîst' nîşan dan. Bi medyaya alîgir kurd weke hov nîşan dan. Gotin, 'terorîst û perçeker" Ji bo ku ereb, gurcu û çerkez me fêm nekin û dest nedin me diwar danîn. Em wan diwaran hildiweşînin. Em her tim li cem mazlum û derdorên tên tepisandin bûn. Em dê niha şunda de jî li cem wan bin. Li ku derê birayeke me ji ber misliman be rastî zextan bê em dê li cem wî bin. Ji ber ku ermenî û suryanî bû rastî heqaretê tê em dê li cem wî bin. Em hewil didin ku serokê gel pêk bînin. Namzetiya me li ser vê yekê hate înşakirin. Ji vê yêkê nerihet dibin. Berê xwe bidinê kî êrîşê li min dike. Hesaba kê xirab bibe û kî ji yekîtiya me neriyet be ew êrîşê dikin."(Diha)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.