Di lêpirsîna Çakmak ê ku polîsan qetil kir de biryara bêşopandinê
AMED - Parêzerê malbata Çakmak Muhterem Suren li hemberî biryarê îtîraz kir û got ku biryar li dijî hiqûqa gerdûnî û rêgeza bêalîbûnê ye.
Di 17'ê kanuna 2014'an de li navçeya Surê ya Amedê polîsan ciwanê bi nav Abdulkadîr Çakmak qetil kirin û di rapora wî ya otopsiyê de jî birîna 4 guleyan hatibû tesbîtkirin. Dozgerê Komarê yê Amedê têkildarî dosyaya lêpirsînê vekir û 2'yemîn Dadgeha Sulh Ceza ya Amedê weke dosyayên din d 25'ê kanuna 2014'an de biryara veşartinê da. Derbarê dosyayê de tu lêpirsînên bi hêz nehatin kirin û Dozgerê Komarê yê Amedê îfadeyên şahidên nepen ên bi navên "Kahraman 2015) û (Dolunay 2014) ên di destê kesekî rûpêş ên di destê wî de çek heyî û tê gotin Çakmak e û dîmenên polîsan ên gulebaranê esas girtin û derbarê polîsên gumandar de biryara bêşopandinê da.
Dozgeriyê nexwest polîs bên darizandin
Di biryara bêşopandinê ya Dozgerê Komarê yê Amedê ya derbarê Çakmak de girtî wiha tê gotin: "Berî bûyerên bi mirina Abdulkadîr Çakmak bi encambûn rêxistinê li ser sîteyên înternetê bangên rêxistînî kirin û li ser van bangan li tevahî Amed û di bûyera Abdulkadîr Çakmak mirî de li hemberî hêzên ewlehiyê êrîşên çekdar, molotof kokteylî, bi kevir, êrîşên bombeyên destan, rê bi lastîkên şewitî girtin, li hemberî saziyên cemaweriyê êrîşên bikevir, têkildarî bûyera Abdulkadîr Çakmak îfadeyên şahidên nepen ên Kahraman 2015 û Dolunay 2014, dîmenên kamareya helîkoptera polîsan ên di dema bûyerê de, dîmenên ayîdî kameraya termal a wesayîta zirxî ya li cihê bûyerê, raporên lêkolîna cihê bûyerê û îfade dema hemû li gorî mevzuatên zagonî nirxandin polîsan li gorî madeya 10'an a Zagona Vazîfe û Selahiyetên Polîsan û madeyên 24 û 25'an ên TCK'ê tevgeriyan û tu tiştên dijzagonî tunene û ji ber vê yekê derbarê polîsê bi numreya sîcîl a 325072 pêvîstî pê tuneye lêpirsîn bê kirin."
'Hincetên bêşopandinê ji rastiyan dûr in'
Parêzerê malbata Çakmak Muhterem Suren bertek nîşanî biryara dozgeriyê da û got ku ev biryar nayê qebûlkirin. Suren anî ziman ku Serdozgerê Komarê yê Amedê di dosyaya Çakmak de lêkolîna hiqûqî nekir û biryara bêşopandinê ji rastiyan dûr e û wiha got: "Di biryarê de tenê îfadeyên şahidên nepen û îfadeyên polîsan esas girtin û ev yek jî li dijî hiqûqa gerdûnî û rêgeza bêalîbûnê ye."
Suren da zanîn ku dozgerê lêpirsînê li chê bûyerê lêkolîn nekirin û wiha axivî: "Mînakên xwînê yên li cihê bûyerê yên tê îdîakirin ayîdî Abdulkadîr Çakmak in û bi mînakên xwî yên din re li hev neanîn, qalikên guleyan ên li cihê bûyerê nehatin komkirin û nehatin lêkolînkirin. Ev delîlên lêpirsînê yên bi hêz nehatin lêkolînkirin."
Suren anî ziman ku ew pêşiya dosyayê bernadin û îtîraz kirin heke tişte dernekeve dê serî li Dadgeha Makezagonê bidin û li wir jî tiştek dernekeve dê dosyayê bibin DMME'yê.(diha)





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.