Di mala 3 ode de kesî kuştina Kader nebihîstiye

Di mala 3 ode de kesî kuştina Kader nebihîstiye
Der barê mirina Kader Erten a bi guman de îfadeyên bi nakok ên malbatê bal dikişînin. Mirina Erten a bi tifingê ku di danê nîvro de pêk hatiye di mala xwedî 3 ode û 11 ferd têde dijîn kesî dengê çekê nebihîstiye.

SÊRT - Êşa ku zarokên di temenekî biçûk de dibin mexdûrê zewacê bi jiyana Kader Erten a di sala 2011'an de li navçeya Berwarî ya Sêrtê bi Mehmet Atak re berdêlî hat zewicandin careke din derket holê. Dema Kader Erten jiyana xwe ji dest da Mehmet Atak ê li leşkeriyê bû diyar kir ku ji hevdu hez kirine û zewicîne.  Atak ê pirsa, "We berê hevdu dîtibû?" bêbersiv hişt got, "Eger ez nexwestibama nedihat." Têkildarî bûyera rû da jî wiha axivî: "Qeza ye. Ji bo xwe bikuje tu sedem nîn bûn. Ji ber ji min hez dikir, timî çeka min paqij dikir."  Tevî ku dema Kader jiyana xwe ji dest dabû ne li mal bû jî israra Atak a "qeza" bala mirovan dikişîne.

'Em tiştekî nizanin'

Mala ku Kader Erten têde jiyana xwe ji dest da, 3 ode ne û 11 kes têde dijîn. Danê nîvro di malê de tevî ku gelek kes hene jî ne ji ferdên malê û ne jî ji cîranan nebihîstina dengê çekê  dibe sedema pirsan. Dayika Mehmet Atak ku îdîa dike bûyer qeza ye wiha got, "Ber danê nîvro bû. Dema me derî vekir, me got qey ji hişê xwe çûye. Min destpêkê xwîn ferq nekir. Tifing jî ligel bû. Ji zikê wê xwîn dihat. Ji bilî vê em tiştekî nizanin. Der barê bûyerê de min tu deng nebihîst." 

Dozgeriya Berwarî: Me lêpirsîn vekir

Ligel vê hat diyarkirin ku Dozgeriya Berwarî têkildarî bûyerê 2 lêpirsîn dane destpêkirin. Yek jê ku li ser daxwaza Nexweşxaneya Dewletê ya Berwarî di Îlona 2013'an de hatiye destpêkirin, li gor lêpirsînê hat diyarkirin ku dema Kader Erten zaroka xwe ya duyemîn aniye dinyayê temenê wê 16 ye. Dozgeriyê der heqê lêpirsîna duyemîn a têkildarî bûyera mirina Erten jî agahî neda. 

'Gotina ne 12 salî ye  bêperwatî ye'

Sosyologa Navenda Şêwirmendiyê ya Jin a Berfîn ku xebatên xwe di bin banê Şareariya Sêrtê de didomîne der barê bûyerê wiha got, "Gotina, zaroka me ne 12 salî ye, bêperwatiya li hember jinê nîşan dide.". 

Kaynak:

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.