'Di rojên şînê de mezel û cemxane têne xirab kirin'
DERSİM - : "Li gor baweriya me di van rojên şînê de xwîn rijandin guneh e. Em di rojên '12 Îmam" an de kêr jî nagirin destê xwe. Em wisa difikirin lê di operasyona leşkerî de mirov jiyana xwe ji dest didin. Li aliyê din jî cihên me yên îbadetê û mezelên me têne xirab kirin."
Operasyona leşkerî ya li Geliyê Pilûmeriyê ya Dersimê bi rojan e berdewam dike. Leşkerên ku derketin operasyonê, li Dersimê jî "şehîdgeha" ku ji aliyê gel ve bi kedek mezin hatibû avakirin bi bombebaranê xirab kir. Di "Şehîdgeha Suna Çîçek û Dr. Baran" de li gel cenazeyên PKK'yiyan, hestûyên kesên ku di komkujiya Dersim a 38'an da hatine qetil kirin jî hene. "Şehîdgeh" destpêkê ji aliyê helîkopteran ve hate bombebaran kirin û duh jî leşkerên ku ketin goristanê bi awayek hovane êrîşê mezelan kirin û kevirên wan yek bi yek şikenandin. Di ser de leşkeran, cemxaneya di "şehîdgehê" de jî bi bombeyan teqandin û bi erdê re kirin yek. Operasyon bi taybet li herêmên Hakîs, Markasor û Alacikê didome û mertalên zindî yên ku dixwestin biçin qada operasyonê jî hatin asteng kirin.
'Mezel û cemxane xirab dikin'
Parlamentera HDP'ê ya Dersimê Edîbe Şahîn derbarê operasyon û êrîşa leşkeran a li ser goristanan nirxand û balê kişand ser biryara KCK'ê ya bêçalaktiyê. Şahîn diyar kir ku li gel vê biryarê, li Dersimê jî operasyon hatiye destpêkirin û gelek herêmên ku bi navê "Herêma ewlehiyê ya taybet" hatine îlan kirin, di bin bombebaranê de ne. Şahîn wiha axivî: "Di pêvajoya şer de jî operasyonek ewqas mezin pêş neket. Di pêvajoya ku biryara bêçalaktiyê hatiye girtin de meşandina vê operasyonê, xirabkirina mezelan, xirabkirina cemxane a cihê îbadeta Elewiyan diyar dike ku kê şer dixwaze."
'Di roja şînê de mezelên me têne xirab kirin'
Şahîn bibîr xist ku ew li gor baweriya Elewiyan di nav rojên şînê yên "12 Îmam" de ne û wiha berdewam kir: "Di van rojan de em şînê digirin. Ji Kerbelayê heya niha em li gel mazlûman in. Di van rojên şînê de tiştê herî girîng ew e ku bi tu awayî xwîn neyê rijandin. Ji ber ku li gor baweriya me di van rojan de xwîn rijandin guneh e. Em di rojên '12 Îmam" an de kêr jî nagirin destê xwe. Em wisa difikirin lê di operasyona leşkerî de mirov jiyana xwe ji dest didin. Li aliyê din jî cihên me yên îbadetê û mezelên me têne xirab kirin." Şahîn diyar kir ku hikûmeta AKP'ê hemû hikûmetên berê derbas kiriye û êrîşê nirxên civakî dike. (diha)





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.