Dixwazin sîstema xwe ya hiqûq û edaletê pêk bînin
Konferans bi tevlibûna hiqûqnasên ji çar aliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê dest pê kir. Der barê armanca konferansê de parêzer û endama Komîsyona Amedekar a Konferansê Banu Gunveren agahî da û da zanîn ku di navbera konferansa yekem û ya herî dawî ya ku pêk tê de cudahî he ne.
Gunveren anî ziman ku konferansa yekem der barê bêrexistinbûna hiqûqnasan de bû û wiha got: "Piştî vê konferansê me encameke erênî girt. Li her çar parçeyên Kurdistanê hiqûqnas hene. Li dijî pergala serdest a ku gelê kurd ji hev parçe dike me konferansek bi vî rengî li dar xist. Serdest di bin navê têgehên hiqûqê de li ser kurdan pêkanînên dijmirovahî pêk tînin û van pêkanînên xwe jî rewa dikin. Dema em li dijî vê yekê jî derdikevin jî bi 'Qanûna têkoşîna bi terorê' re rû bi rû dimînin. Li dijî tiştên ku me pêk dianî jî em kirin girtîgehan û hêj jî hevalên me di girtîgehan de he ne. Dîsa em bi gelek qanûnên cudakar re rû bi rû ne. Em tenê vê yekê ji bo kurdan dibêjin. Lê li welatên cuda û her çar parçeyên Kurdistanê li dijî van bêhiqûqiyan çawa têkoşînê bidin baş dizanin."
'Em xweseriya demokratîk tînin ziman'
Gunveren diyar kir ku ew di pêvajoya heyî de xweseriya demokratîk tînin ziman û wiha pê de çû: "Li Rojava pergaleke nû hatiye avakirin û wekî hiqûqnasan em ê çawa piştgiriyê bidin vê pergalê vê yekê nîqaş dikin. Em ê çawa ji civaknasî û zanyariya civakê re bibin bersiv nîqaşan dikin."
'Em ê hiqûqa xwe pêk bînin'
Gunveren da xuyakirin ku hiqûqnasên azadîxwaz ên ku xwe bi rêxistin dikin tenê Tirkiyeyê dixin rojeva xwe û xwe berfireh dikin û wiha got: "Me jî li Kurdistanê wek hiqûqnasên Mezopotamyayê xwe berfireh kir. Li ser erdnîgariya ku em dijîn, em ê li ser du bingehan bixebitin. Em ê çawa pirsgirêkên ku gel dijîn bi awayekî demokratîk çareser bikin û bi dewleta ku em pê re dijîn dê hiqûqa me çawa pêk bê. Ji bo demokratîkbûna wê em ê têkoşînê bidin. Em ê hiqûqa xwe pêk bînin û bibin şopdarên vê yekê."Şerife Oruç(diha)




Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.