'Em dê şerê AKP'ê asteng bikin'
ÎZMÎR - Hevberdevkê Bloka Aştiyê yê Îzmîrê Cem Terzî diyar kir ku AKP Tirkiyeyê ber bi şerekî gelek bi xof ve dibe û mîsyona wan ew e ku şer asteng bikin.
Li hemberî polîtîkayên şer ên AKP'ê li tevahiya welat aktîvasyonên hêzên aştî û demokrasiyê her diçe zêde dibin. Bloka Aştiyê ya avakirina xwe li Stenbolê îlan kir di demên dawî de ji bo aştiyê çalakiyan li dar dixe û her diçe hêzên aştiyê yên Tirkiyeyê tîne cem hev û bûyer platformekî berfireh. Bloka Aştiyê ji bo xebatên xwe li tevahiya Tirkiyeyê belav bike li Îzmîrê jî Bloka Aştiyê pêk hat. Bloka Aştiyê ya Îzmîrê hefteya borî avakirina xwe îlan kir. Di Bloka Aştiyê ya Îzmîrê de parlementerên HDP'ê yên Îzmîrê Muslim Dogan û Ertugrul Kurkçu, parlementerên CHP'ê Zeynep Altinok, Musa Çam û Tacettîn Bayir, akademîsyen, HDP, EMEP, ESP, KESK, DÎSK, OHD û gelek komele di nav de cih digirin. Piştî îlankirinê blokê dest bi xebatên xwe yên aştiyê kirin û di vê çarçoveyê de di 22'yê tebaxê de bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş mitînga bi dirûşmeya "Em şer bi te nadin kirin" li dar dixe. Hevberdevkê Bloka Aştiyê û Hîndekarê Zanîngeha Dokuz Eylulê Prof. Dr. Cem Terzî diyar kir ku li hemberî şer dê aştiyê biqêrîn.
'Tirkiye ber bir aştiyê ve diçe'
Terzî diyar kir ku di serdema çek bêdengbûyîn, aştî û çareserî pêk dihat polîtîkayên şer careke din dest pê kirin û pêvajoya pevçûna Tirkiyeyê ber bi şerekî gelek bi xof ve dibe. Terzî anî ziman ku gelê ewqas êrîş kişandî bêpevçûnî bi dest xistî û di asta pirsgirêkê li meclîsê bi siyasetê çareser bike de bû û wiha got: "AKP windabûna dengên xwe û zêdebûna dengên MHP'ê weke 'civak çareseriyê naxwaze' xwend. Lê HDP'a pêvajoya çareseriyê û aştî esesa girt benda hilbijartinê ya ji sedî 10 a ku tê wateya 'em te teqez nabin meclîsê' derbas kir. Wateya vê yekê ev e. Pêvajoya çareseriyê û aştî dê her daîm li meclîsê be. Vîna gel a aştiyê dê her tim li meclîsê be. Benda digotin derbas nabe bi vîna atşiyê perçe perçe bû."
'Polîtîkayên AKP'ê yên navxweyî îflas kirin'
Terzî da zanîn ku polîtîkayên AKP'ê yên navxweyî yên pergala serokatiyê û projeya heya 2023'an desthilatdar îflas kir û di polîtîkayên derve jî Tirkiyeyê di şerê parvekirina Rojhilata Navîn de bi hêz cih girt û ligel berjevendiyên wê bi yên Suudî Arabîstan û Katarê li dijî hev hatin jî di pozîsyona emperyaslîst de cih girt û wiha got: "Armanca avakirina bloka aştiyê weke rojên tezker asteng kirin pêşiya Tirkiye bikeve şerê Rojhilata Navîn bigirin e. Em ji bo gelên Rojhilata Navîn û civakî Tirkiyeyê aştî û demokrasiyê dixwazin. Em hewil didin daxwaza gel a atşiyê hêj bêtir pêk bê. Ji bo vê yekê ji mitîngên aştiyê bigirin heya civînên taxan çi ji destê me bê em dê bikin. Em li ser vê axê destûr nadin şerê bira bira bikûje."
'AKP ji şerê daye destpêkirin encamê nagire'
Parlementerê HDP'ê Muslum Dogan jî diyar kir ku konsepta şer a nû ya AKP û Serokomar Erdogan daye destpêkirin hewildana "Em careke din şertên salên 90'î pêk bînin e" û ew dê vê hewildanê vala derbixin. Dogan diyar kir ku gelên Tirkiyeyê şer naxwazin û li hemberî şer in. Dogan anî ziman ku hikûmeta AKP'ê ya demî û Serokomar Erdogan tu encamê ji şerê dan destpêkirin nagirin û wiha got: "Divê hemû kesên li welat dijîn bi awayekî cidî bertekan nîşanî vê pêvajoyê bidin. Li Kurdistanê herêmên OHAL'ê careke din pêk anîn. Gelê Kurdistanê û gelên Tirkiyeyê vê yekê qebûl nakin. Ji ber ku şer hilweşandin e. Şer piştevaniya di navbera gelan de kêm dike. Lê nayên vê lîstikê û dê şer berteraf bikin."





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.