“Em ê bertekên demokratîk nîşan bidin"
Şaxa Batmanê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo ku bûyerên li Cizîrê protesto bike meşiya.
BATMAN - Şaxa Batmanê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo ku bûyerên li Cizîrê protesto bike meşiya.Endamên ÎDHyê li xaçerêya Kolana Turgut Ozal civiyan û hetanî Parka Ataturk meşiyan. Serokê Şaxa Batmanê ya ÎHDyê Mehmet Bagatir li vê derê axivî û diyar kir ku li Cizîrê kuştina zarokan mirova dixe fikaran. Bagatir destnîşan kir ku li Cizîrê bûyerên tarî tên lîstin û wiha axivî: "Bûyerên li Cizîrê her diçe me zêdetir dixe fikaran. Di bûyerên ku qewimîn da kuştina 5 zarokan tu wicdan qebûl nake. Tu kes nikare vê qebûl bike."
Bagadir diyar kir ku meriv nikare van bûyeran qebûl bike û wiha pê da çû: "Em tu carî qebûl nakin. Em ji ber van êrîşên bêhiqûq ên ku dixwazin Cizîrê vegerînin salên 1990an di fikaran da ne. Lewre her bûyer sebr û baweriya gel a ji bo pêvajoya çareseriyê zeyîf dixe. Em ê li dijî van kuştinan bêdeng nemînin û hemû bertekên demokratîk nîşan bidin. Endamên ÎHDyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê li dar xistin, piştî çalakiyê bê bûyer belav bûn.(aa)





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.