Firoke civîneke DAIŞ li Mûsilê bombebaran dikin

Firoke civîneke DAIŞ li Mûsilê bombebaran dikin
Firokeyên hevpeyamnan civîneke serkirdeyên DAIŞ li Mûsilê bombebaran dikin û “ziyaneke mezin” jî dighînin wan.

Li gor daxuyaniyeke Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevanî, ku kopiyek jê bo BasNewsê hatiye şandin, îro, 7ê Hezîranê, Pêşmergeyên Kurdistanê zanyarî li ser cih û dema civîneke serkirdeyên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) ji firokeyên hevpeymanan re şandin.


Di daxuyaniyê de hatiye ku, civîn li gundê (Aşiq) bermaberî durêyên Keskê li eniya rojava Mûsilê bû, çend caran jî ji aliyê firokeyan ve hat bombebaran kirin.


“Ew civîna DAIŞê bi mebesta danîna planekê ji bo êrîşkirin li ser çeperên Pêşmergeyên Kurdistanê bû, lê praniya çekdarên beşdarî civînê bibûn hatin kuştin.” (BasNews)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.