
Fransa vîzeyê dide hevwelatiyên Kurdistanê
Fransa dê bi rêya şirketeke taybet vîzeyê bide hevwelatiyên Herêma Kurdistanê û xeta rasterast ya esmanî jî di navbera Hewlêr-Parîsê de vedibe.
HEWLÊR - Di beyannameyekê de ku kopiyek ji BasNewsê re hatiye şandin, Desteya Geştûguzarî ya Herêma Kurdistanê da zanîn ku desteya wan û balyozê Fransayê bihêzkirina têkiliyên navbera her du aliyan gotûbêj kirine.
Di beyannameyê de wiha tê gotin: ‘’Mebesta van gotûbêjan sûdwergirtine ji ezmûna welatê Fransayê di warê geştiyarî de. Bi taybet di warê kargêriya navenda pêgehandina geştiyarî de ku niha li Hewlêr, Silêmanî û Sersingê di qonaxa avakirinê deye.’‘
Li gor beyannameyê, ji bo geşepêdana warê geştiyarî li Herêma Kurdistanê gotûbêj li ser gelek babetên din hatiye kirin, wek asankariya bo hat û çûna geştyaran di navbera her du welatan de, bi vexwendina çend şirketên Fransî ji bo herêmê û çêkirina peywendiyên geştiyarî ligel şirketên geştiyarî yên Kurdistanê ji bo rêkxistina geştan.
Di heman demê de Balyozê Fransayê di civînê de ragehandiye ku hewlên vekirina xeta rasterast di navbera Hewlêr-Parîsê dane û ji bo vîzeyê jî dê şirketeke taybet bi vî karî rabe daku vîzeyê bide hevwelatiyên Herêma Kurdistanê.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.