Gelê kurd berê xwe dide Rojava

Gelê kurd berê xwe dide Rojava
Partiya Herêman a Demokratîk (PHD) li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yê li dijî Kantona Kobanê ya Rojava sibê starta çalakiyan dide.

AMED - Partiya Herêman a Demokratîk (PHD) li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yê li dijî Kantona Kobanê ya Rojava sibê starta çalakiyan dide. PHD bi çalakiyan dê bi lîstîkên hêzên navneteweyî yên bi armanca Şoreşa Rojava bixeniqînin pêk tînin rawestin û ji bo sînor derbas bikin dê bênavber di nava çalakiyan û berxwedanê de bin.


Piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kantona Kobanê ya Rojava daxuyaniya "Li hemberî çeteyên mirinê ez bang li hemû kesî dikim ku ji bo rûmeta xwe ya netewî seferber bibin dikim" da PHD'ê daxuyand ku dê bi girseyî ber bi sînor ve biherikin.

PHD dê ber bi navçeya Pirsusê ya Rihayê ya li ser sînorê Kantona Kobanê ve li hembû bajar û navçeyên Kurdistanê otobusan rakin. Li gorî bernameya hate aşkerakirin di 13 û 14'ê tîrmehê de bi du komî dê konvoyên qelebalix ber bi Pirsusê ve bi rêkevin. Girseya li konê nobetê yê li nêzî gundê Zareta yê navçeya Bêrecûkê ya Rihayê hatî vedan bên cem hev û ber bi sînorê Kobanê û Pirsusê ve bimeşin. PHD'ê diyar kir ku bi meşa li dar dixin dê lîstikên hêzên navneteweyî yên dixwazin şoreşa Rojava bixeniqînin, xirab bikin û ji bo derbasî Kobanê bibin bênavber dê çalakiyan li dar bixin û li ber xwe bidin.

Li gorî plansaziyê di 13'ê tîrmehê de seat di 21.00'an de rêxistinên PHD'ê yên bajar û navçeyan dê ber bi Pirsusê ve bi rêkevin. Di koma yekemîn de bajarên weke Amed, Bedlîs, Çewlîk, Mûş û Êlih hatin diyarkirin. Hemû navçeyên Amedê jî dê di 14'ê tîrmehê de seat di 09.00'an de bi rê bikevin.(Diha)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.