Gelê kurd li ser sînor Îran şiyar kir: Em ê sînoran hilweşînin
Alîkarê hevserokê DBP'ê Huseyîn Koçuk polîtîkayên Îranê bi awayekî hişk rexne kir û wiha got: "Em Îranê hişyar dikin. Dema desthilatdarên mîtînger bûn yek û xwestin Kobanê îşkal bikin gelê kurd meşiyan sînoran, em ê li vir jî sînoran hilweşînin û rakin."
Jina kurd Ferîzan Xosrawanî ya ku 25 salî bû dema li Mahabadê di otela Tara de di xebitî, dema xwest xwe ji tecawîza endamên îstîxbarata Rejîma Îranê rizgar bike xwe ji qata 4'an avêt û jiyana xwe ji dest da,ji bo protesto kirina îranê gelê li navçeya Geverê ya Colemêrgê ber bi Deriyê Sînor yê Bajêrgehê ve meşîyan û çalakî li darxisrin.Dî çalakiyê de Alîkarê hevserokê DBP'ê Huseyîn Koçuk, Hevserokê Lîjneya Dîsîplînê ya Navenda HDP'ê Hamît Geylanî, hevserokên Gever û Bajêrgehê, nûnerên HDP, BDP, Dayikên Aştiyê, MEYADER, saziyên rêxistinên civakî û gelek welatî amade bûn. Dî meşê de dîrûşmên "Dê rûmeta jinên kurd Îranê hilweşîne" û "Îran dewleta tacîz û tecawîzane" hatin berzkirin.
Divê navberê de ji Geverê gelek wesayîtên zirxî û polîs sweqî herêmê hatin kirin û leşker jî li ser gimikan hatin bicihkirin.
'Em ê sînoran hilweşînin'
Di çalakiyê de Alîkarê hevserokê DBP'ê Huseyîn Koçuk axivî û diyar kir ku li xebatkarên Îranê xwestine jina kurd tecawîz bikin û wiha got: "Em îro ji bo Ferînaz Xosrawanî ku li hemberî tecawîza xebatkarên Îranê canê xwe feda kir li virin. Îro li Mahabad, Maku, Merîwanan, Urmiye, Bakur, Rojava, Başûr dinava serhildanê dene. Em Îranê hişyar dikin. Dema desthilatdarên mîtînger bûn yek û xwestin Kobanê îşkal bikin gelê kurd meşiyan sînoran, em ê li vir jî sînoran hilweşînin û rakin."
Hevserokê DBP'ê yê Geverê Oznur Canan jî da zanîn ku dewleta Îranê ev demeke xwe bi zilmê dide jiyîn û wiha got: "Herî dawî li Îranê pêkanînen ku weke wehşeta DAIŞ'ê rûdidin. Îran dixwaze bi darvekirinan gelê ku çalakiyan li dardixe bitepisîne. Lê gel bi girtin û darvekirinan nayê tepisandin. Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî tacîz û tecawizan bêdeng nemînin û gelê Mahabadê bi tenê nehêlin."(diha)





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.