Girê Miştenûrê ket destê komên kurdan
Yayınlanma:
Güncelleme:
Fermandarê Qadê yê Artêşa Sûriyeya Azad Ehmed Ebû Samra destnîşan kir ku piştî pevçûnan girê Miştenûrê ket destê komên kurdan.
HELEB - Fermandarê Qadê yê Artêşa Sûriyeya Azad Ehmed Ebû Samra destnîşan kir ku li Kobanêyê 80 milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin.
Samra daxuyanî da got ku hin hêzên kurdan êrîş birin ser girê Miştenûrê yê di destê DÎŞIyê de ye û wiha dewam kir: "Tenê komên kurdan tevlî êrîşî bûn. Di êrîşê de 80 milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin. Piştî pevçûnan girê Miştenûrê ket destê komên kurdan."
Samra destnîşan kir ku vê gavê li rojavayê Kobanêyê pevçûn tunene û got ku balafirên şer ên koalîsyona di serkêşiya DYAyê de bombe avêtin kozikên DÎŞIyê.(aa)
Resmi İlanlar
Güncel





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.