HDP jiyana nû dirêse

HDP jiyana nû dirêse
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di Kongreya HDP'a Stenbolê de axivî û diyar kir ku pirsgirêka HDP'ê benda hilbijartinê nîne, dê wekî partî bikevin hilbijartinê.

STENBOL - Demîrtaş da zanîn ku HDP ji bo jiyaneke nû têdokişe û HDP garantiya azadiya gelan e


1'emîn Kongreya Asayî ya HDP'a Stenbolê li Salona Sporê ya Sînan Erdem hat lidarxistin. Ji navçeyên Stenbolê welatî bi otobusan hatin salona kongreyê. 
Di salona kongreyê de pankartên "Em jiyana nû bi hev re rêxistin dikin", "Ji zagona ewlehiyê ya faşîst re na, zext me bêzar nakin", "Komara demokratîk, welatê hevpar, netewa demokratîk", "Em berxwedana Kobanê silav dikin", "Girtiyên nexweş eyba mirovahiyê ne", "Welatê demokratîk jiyana azad" û "Em ê Serbikevin" û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Mazlum Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz, Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kapakkaya, Mahsum Korkmaz, Arîn Mîrkan, Suphî Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaş), Sîbel Bulut (Sarya Ozgur/Eylem Denîz), Kader Ortakaya û ciwanên di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin.

'Li vir kûlîkên welatê me hene'

Piştî hilbijartina diwanê li ser navê diwanê Hevşaredara Bajarê Mezin Gultan Kişanak axivî Piştî axaftina Kişanak Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag axivî û diyar kir ku li hember siyaseta kevn û rizyayî têdikoşin û wiha got: "Wêneyê herî xweşik yê Stenbolê li vir e. Li vir kûlikên welatê me yê bi hezar yek rengî heye. Li vir deriyê pêşerojê tê vekirin. Ji Kobanê heta Stenbolê, bindest têdikoşin. Ji Rojava, heta Amed, Kobanê, Colemêrg, Îzmîr, Geziyê têkoşîna pêşerojê tê dayîn. Partiya me nûnerê nûbûnê ye, li hember siyaseta kevn têdikoşe. AKP nûnertiya zîhniyeta kevn e, ji ber vê yekê êrîş dike."

'Dengeya îktîdarê xirab bûye'

Yuksekdag paketên ewlehiyê, terora binçavkirin û girtinên demên dawî rexne kir û wiha got: "Hêviya wan zext û dîktatorî ye. Nikarin têkoşîna gel ya ked, azadiyê asteng bikin. Êdî tîran kevn bû, îktîdara xwe winda kirin, lê têkoşîna gel heta îro hat. Îro dê hêza siyaseta bindestan biaxive, dê jin ciwan, kurd, elewî, hemû bindest biaxive. HDP dibe hêza bindestan e." Yuksekdag anî ziman ku hilbijartinên serokomariyê de dengeya îktîdarê xirab bûye û dê bi edalet û aştiyê dengeyên nû ava bikin. 

'Hêza jinan ya herî mezin bexwedêrî ye'

Yuksekdag bilêv kir ku îktîdara siyasî, tenê zîhniyeteke dagirker nîne,her wiha dijminê jinan e û wiha got: "Êrîşî rûmeta jinan dikin, dixwazin qadên jiyanê yê jinan tune bikin. Dê jin bersiva herî baş bidin. Dayikbûna sembola candayîna zarokekê ye. Îro dayik li Kobanê û li her derê can didin jiyana nû. Hêza jinan ya herî mezin berxwedêrî ye." Yuksekdag diyar kir ku dê ciwan tu caran teslîm nebin Tirkiyeya demokratîk ava bikin û wiha got: "Pêwîstiya civaka Tirkiyeyê bi demokratîkbûyînê heye. Di fitrata wan de demokratîkbûyîn û feraseta siyaseta însanî nîne. Me peywira demokrasî û azadbûna Tirkiyeyê girt ser xwe. Ji bo mafê xwe bidest bixin, em jî nû ve derketin rêwîtiyê. Di vê rêwîtiyê de rêya me hemûyan vekirî be." 

Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji bo cenazeyên li Silopî û Cizirê sersaxî xwest û her wiha ji parlamenter Murat Bozlak ku li Enqereyê tedawî dibîne re şîfa xwest. 

'Yekem car ev partî ber bi îktîdara gel dimeşe'

Demîrtaş got mecbûr nîn in teslîmî paşverûtî û mêtingeriyê bin û wiha got: "Dê bendavên Tayîp Erdogan jî, ya Kenan Evren jî hilweşin, ya girîng ew e ku bendavên di hişmendiyê de hilweşin. Diziyê dikin, nelirêtiyê dikin û dibêjin em ê sedî 50 deng bigirin. Ger diz evqas bi xwe bawer bin, em çima bi xwe bawer nebin. Niha ew 3 partî ditirsin. Dibêjin ger bendav hilweşe dê kijan di bin de bimîne. Heta em bendavê hilneweşînin ew ranakin. Em dîwarên bendavê li Stenbolê hilweşînin. Çavê hemû bindestan li ser me ye, em hêviya wan in. Yekem car ev partî ber bi îktîdara gel dimeşe. Ji bo qesr ji siltanan re teng bibe dimeşin, ditirsin û nîqaş dikin û fermanê didin nivîskaran. Ji bo em serbixwe bikevin hilbijartinan nivîsan didin nivîsandin. Em nebin parlamenter qiyamet ranabe. Encama anketan li pêşiya wan e, û li gorî anketan pirsgirêka me ya bendavê nîne."

'Dewlet bûye cinawir'

Demîrtaş anî ziman ku piştî vê hilbijartinê pirsgirêka Tirkiyeyê ya bendavê namîne, ji bo dewlet, daraz, medyayê bi dest bixin em nameşin îktîdarê, ji bo van bidin gel em dimeşin îktîdarê û wiha got: "Ji bo bibin xizmetkarê jiyana nû, em dimeşin îktîdarê. Bila tu kes nebêje li Enqereyê dewleta min heye. Bi taybet bang li birayên xwe tirk dikim. Li Enqereyê ne dewleta tirkan ne jî dewleta kurdan heye. Dewleta komek dewlemandan li Enqereyê heye. Tu kes li vî welatî xwe azad hîs nake. Dewletê hemû kes tirsandiye. Dewlet bûye cinawir. 12 sal in, AKP kêfxweşiyê dike, li ser zorbetiya dewletê zorbetiyên xwe zêde kiriye. Erdogan li qesra xwe tehemulî rexneyeke biçûk jî nake."

'HDP garantiya azadiya hemû gelan e'

Demîrtaş bibîrxist ku sed sal berê jî li Rojhilata Navîn wiha dîzayn dikirin, lê îro firsend nadin pêşeroja gelan dîzayn bikin û wiha got: "Em behsa yek dilî dikin, ew behsa yek zimanî dikin. Ji ber polîtîkayên yek yekiyê civak perçe bû. Keda me tê dizîn, em ê bi kesên ku kedê pîroz dibînin werin cem hev. Heta niha xizanî li para m ket, me afirand lê yek dane me, sed ji xwe re hildan." Demîrtaş anî ziman ku HDP garantiya azadiya hemû gelên Rojhilat Navîn e. HDP çiqas mezin bibi, dê ewqas azadî bê vî welatî. Em ê gav bi gav aştiyê birêsin. Em ê di rojên pêş de bernameya xwe ya berfireh aşkera bikin." Demîrtaş da zanîn ku ji ber muxalefeta hewayê ya rastîn heyetê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk neaniye.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.