HDP şandekê dişîne gundê Zergelê
Enqere – Selahedîn Demîrtaş îro di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, wan di civîna xwe ya duh de biryar dan şandekê bişînin Başûrê Kurdistanê û bûyera bombebarana gundê Zergelê yê Qendîlê bişopînin.
Demîrtaş da zanîn, dema şanda HDPê ji Başûr vegeriya dê encamên wê lêkolînê ji raya giştî re eşkere bikin.
Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç li ser bombebarana gundê Zergelê gotibû, kuştina sivîlan û bombebarana Zergelê derewekî pûç e. Demîrtaş li ser gotinên Arinç hêrs bû û got, eger Arinç wisa dibêje bila ew jî tevlî şanda me bibin û herin bi çavên xwe wê pûçiyê bibînin.
Balafirên şer ên Tirk şeva 1ê Tebaxa îsal, bi hêceta hebûna kampên PKKê, li gundê Zergelê yê Başûrê Kurdistanê dabûn, di encamê de 9 sivîl 2 gerîla şehîd bibûn û 11 kes jî birîndar bibûn.





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.