Hedefên DÎŞIyê yên li Tel Ebyadê hatin bombebarankirin

Hedefên DÎŞIyê yên li Tel Ebyadê hatin bombebarankirin
Êrîşên esmanî ji navçeya Akçakaleyê ve hatin bihîstin û li navçeyê panîk çêbû.

Balafirên şer ên koalîsyonê, ku Amerîka pêşengiya wan dike, li Tel Ebyada navçeya Rakkaya Sûriyeyê hedefên DÎŞIyê bombebaran kirin.

Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmê stend, balafirên koalîsyonê êrîşî 2 hedefên li Tel Ebyadê kirin. Hat gotin ku cihê ku êrîş lê hat kirin herêma rafîneriyên neftê ye.

Piştî êrîşê êrîşê mij û dûman li ser Tel Ebyadê rabû, dengê teqînan ji navçeya Akçakaleya li ber sînorê Sûriyeyê hat bihîstin.(aa)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.