Helly Luv li hemberê tankeke DAIŞê radiweste
Yayınlanma:
Güncelleme:
Hunermenda kurd Helly Luve vê carê diçe eniyên şer û beşdarî êrîşeke li dijî rêxistina DAIŞê dibe.
Piştî ku di kîlpa xwe ya kevin de, Helly Luv karî çend rekoran bişkîne, vê carê wê hunermenda kurd li eniyên şer ê li dijî DAIŞê beşdarî êrîşekê bû û dîmenên klîpa xwe ya nû jî kişandin.
Strana nû ya ku Helly Luvê kiriye klîp bi navê “Revolution” wate şoreş e û dîmenên wê jî li eniya Xazirê ya şerê li dijî rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) kişandine.
Klîpa nû ya Helly Luvê bibû behsa çendîn medyayên navdewletî, ku bi girîngî û bi manşetên cûda û balkêş behisê kiribûn.
Helly Luvê klîpa xwe nû pêşkêşî “Hemû qurbaniyê terorê” kiriye û hêvî jî dixwaze ku “Karîbe bi rêya vê klîpê xizmeta Pêşmergeyên qehreman û lêqewimiyên terorê” bike.
Resmi İlanlar
Güncel





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.