Îsraîlê êrîşê wesayîta Hîzbûllahê kir

Îsraîlê êrîşê wesayîta Hîzbûllahê kir
Îsraîlê li Girên Golanê yên li sînorê Sûriye û Îsraîlê êrîşê wesayîteke aidê Hîzbûllahê kir, di êrîşê de 5 milîtanên Hîzbûllahê mirin.

BEYRÛT - Îsraîlê li Girên Golanê yên ku dikevin başûrê rojavayê Sûriyeyê Îsraîlê ji hewayê êrîşê wesayîteke aidê Hîzbûllahê kir, di êrîşê de yek ji wan payebilind 5 milîtanên Hîzbûllahê mirin. Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê bi dest xistin firokeya Îsraîlê êrîşê wesayîta Hîzbûllahê ya ku li bajarê Qûneytraya li Girên Golanê ya ku li sînorê Îsraîl û Sûriyeyê ye, dewriye digeriya kir. Di êrîşê de Cîhad Mugniyeyê kurê Îmad Mugniyeyê ku yek ji fermandarên payebilind ê Hîzbûllahê ye jî di nav de 5 milîtanên Hîzbûllahê hatin kuştin.

Ji aliyê din ve di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê ofîsa çapemeniyê ya Hîzbûllahê ve hat dayîn de hat gotin ku Îsraîlê êrîşê wesayîta Hîzbûllahê kir, agahî dan malbatên kesên ku di êrîşê de mirin. Li Qûneytrayê ev demek dirêj e ku di navbera artêşa Sûriyeyê û Eniya Nûsrayê de pevçûn diqewimin. Artêşa Sûriyeyê cotmeha borî de ji hewayê êrîş biribûn li ser Qûneytrayê û di êrîşan de 15 kes miribûn.

Îmad Mugniyeyê ku yek ji fermandarên payebilind ê şerê di navebra Îsraîl û Hîzbûllahê de di sala 2006an de qewimî, bû. Di sala 2008an de li Şama paytextê Sûriyeyê êrîşeke bi bombeya biribûn li ser wesayîta Mugniye û Îmad Mugniye di wê êrîşê de miribû. kûrê wî Cîhad Mugniye jî di nav fermandarên payebilind ên Hîzbûllahê de cî digirt.(aa)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.