Ji pîrozbahiya Newrozê re hezar û 600 TL. ceza!

Ji pîrozbahiya Newrozê re hezar û 600 TL. ceza!
15 ajokarên welatî ji bo pîrozbahiya Newrozê ji navçeya Çermûgê birin navçeya Pîranê ya Amedê rastî cezayên pere yên giran hatin. Ajokarê bi navê Hamza Kiliç diyar kir ku ligel tu kêmasiyên belgeyên wan tune bûn jî polîsan ji her ajokarekî re hezar û 600

Pîrozbahiyên Newroza 2015'an li hemû bajar û navçeyên Kurdistan û gelek bajarên Tirkiyê bi coşek mezin hat pîrozkirin. Li gelek navendan polîsan li hemberî pîrozbahiya Newrozê bêtehemuliya xwe nîşan da. Li bajarên Kurdistanê di dema pîrozkirina Newrozê de polîsan bi bombeyên gazê êrîşî gel kir. Ligel êrîşan polîsan ji ajokarên welatî ji bo pîrozbahiyên Newrozê birin qadan re jî cezayên pere yên gelek giran birîn. 15 ajokarên ji navçeya Çermîkê welatî ji bo pîrozbahiya Newrozê birin navçeya Pîranê ya Amedê rastî cezayên pere yên kêfî yên polîsan hatin. Polîsan der barê 15 ajokaran de bi hinceta "belgeya wan a destûrê ya rêwiyan bibin tune bû" ceza birîn.

Ajokaran diyar kir ku ji ber wan welatî birin Newrozê polisan cezayê pere li wan birî. Ajokaran anî ziman ku wan pere ji tu kesî wernegirtiye. Ajokaran da zanîn ku dema di rê de diçûn leşkeran wesayîtên wan li ser riya Erxeniyê rawestandin û kontrola belgeyan kirin ji ber ku tu kêmasiyan wan tunebûn tu pirsgirêk dernexistin. Ajokaran bilêv kirin ku piştî ketin navenda navçeya Pîranê polîsan ew rawestandin û bi hinceta "belgeya wan a destûrê ya rêwiyan bibin tune ye" ji her ajokarekî re nêzî hezar û 600 TL. cezayê pere hatin birîn.

Piştî ceza li ajokaran hat birîn ajokaran bi daxwaznameyan serî li Dadgeha Cezayê Sulh a Çêrmûgê dan û îtîraz kirin.

'Polîsan bi xwe belge îmza kirin'

Ajokarê bi navê Hamza Kiliç diyar kir ku ew ji bo Newroza di 15'ê Adarê de ji navçeya Çermûgê ber bi navçeya Pîranê ve bi rê ketin û wiha got: "Ji bo tevlîbûna Newrozê em bi konvoyeke ji 15 wesayîtan ji navçeya Çermûgê ber bi navçeya Pîranê ve derketin rê. Di ketina Erxeniyê de leşkeran em rawestandin û berê xwe dan belgeyên me û ji ber ku tu kêmasiya belgeyên me tunebû tu pirsgirêk dernexistin." Kiliç destnîşan kir ku dema ew derbasî navçeya Pîranê bûn îcar ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û wiha axivî: "Dema em çûn li navçeya Pîranê em girtin. Ligel ku tu kêmasiyên me yên belgeyan tunebûn jî ji her hevalekî re nêzîkî hezar 600 TL. cezayê pere birîn. Ligel me belge îmze nekirin polîsan li şûna me belge îmze kirin û belgeyên cezayê pere ji me re şandin."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.