1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Kîmyabarana Helebceyê tê bibîranîn
Kîmyabarana Helebceyê tê bibîranîn

Kîmyabarana Helebceyê tê bibîranîn

Berdevkê Wezareta Karûbarê Şehîd û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê Fuad Osman ragehand ku îsal bi du pêşhatên nû û awayekî cuda salvegera kîmyabarana Helebceyê tê bibîranîn.

A+A-

Navenda Nûçeyan

HELEBCE -Di vê derbarê de Fuad Osman ji BasNewsê re got: ‘’Bîranîna îsal a Helebceyê hevdem e ligel biryara ku Helebce bibe parêzgeh û Konferansa Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî ku biryar e li bajarê Helebceyê bê girêdan.’‘

Osman wiha axifî: ‘’Ev her du pêşhat wiha dikin ku bîranîna 16.03 ya îsal a Helebceyê hinek guhertinên nû bi xwe ve bibîne ji bo zêdetir nasandina jenosaîdkirina bajarê Helebceyê bi cîhanê. Niha li Amerîkayê projeyek hatiye amadekirin û ji Kongresa Amerîkayê re hatiye şandin ji bo nasandina jenosaîdê li ser asta cîhanê.’‘

Hevdem Serokê Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebceyê Luqman Ebdulqadir jî bo BasNewsê wiha axifî: ‘’Derheqa 26’emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê de em wek komele li benda wê yekê ne ku proje-yasaya Helebce bibe parêzgeh li Parlamentoya İraqê were pesendkirin û merasîma îsal a Helebceyê jî biguhere, ji ber dema ev mizgîniya han ji xelkê re bê ragehandin, merasîm jî ligel salvegerên din tê guhertin.’‘

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.