Koçerên Şenyayla: Axa me li me qedexe dikin

Koçerên Şenyayla: Axa me li me qedexe dikin
AMED - Bi biryara "Herêma qedexe ya leşkerî" tê xwestin ku 350 malbatên koçer yên ku debara xwe bi sewalkariyê dikin tevî bi dehhezaran pezê xwe ji zozanên Şenyayla werin koçber kirin. Koçeran diyar kir ku hemû jiyana wan li ser zozanan ava bûye û wiha ax

 

Di çarçoweya konsepta şer a hikûmeta AKP'ê de yek ji polîtîkayên şerê taybet ên ku ket meriyetê jî bi îlankirina "Herêmên taybet ên ewlehiyê" valakirina gund û zozanên Kurdistanê ye. Di nav meha borî de li Kurdistanê bi sedan herêm bi vî rengî hate qedexe kirin û her roj cihên nû li vê tê zêdekirin. Li Amedê jî di 17'ê Tebaxê de 20 herêm wek "Herêma ewlehiyê" hatin îlan kirin. Yek ji van herêman jî herêma Şenyayla ya di navbera Mûş û navçeya Pasûr a Amedê ye ku 350 malbatên koçer li vê herêmê bi birçîbûnê re rû bi rû hatine hiştin. Malbatên koçer ku di mehên havînê de ji navçeyên Mûş û Amedê têne vê herêmê, li vê herêmê li ser 40 hezar pez xwedî dikin û her wiha sebzeyên ku li vir diçîne li bazarên Pasûr û Muşê difroşê û debara xwe dike. 

'Eger em ji zozan derkevin dê sewalên me telef bibin' 

Koçerê bi navê Metîn Adiyaman yê ku ji navçeya Pasûrê ji bo sewalên qurbaniyê ji bo cejna qurbanê mezin bike hatiye zozanan anî ziman ku bi sedan malbat bi xwedîkirina pez debara xwe dike û wiha axivî: "Van deran wek herêmên qedexe îlan dikin û dixwazin me ji vir derxin. Eger em di nîvê havînê de ji vir derkevin û biçin gundên ku pir germ in û av lê nîne dê hemû sewalên me nexweş bikevin û telef bibin. Emê hemû malbat bi hev re tevbigerin û em nafikirin ku ji vir veqetin."(diha)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.