Li Baxçeyên Hevselê şînahî tê tunekirin
AMED - Baxçeyên Hevselê hem çavkaniya aboriyê ye û hem jî nefesê dide bajar û kafeyên ku li Fîskayayê tên çêkirin, zirarê dide şînahiyê û xwezayê texrîb dike.
Baxçeyên Hevselê ku di Geliyê Dîcleyê de cih digire, wekî sembola Amedê ye. Çemê Dîcleyê, Baxçeyên Hevselê, Pira Deh Derî û Çiyayê Kirklar hevdu temam diken û tê plankirin ku Baxçeyên Hevselê bikeve lîsteya mîrateyan ya UNESCO, lê li hember vê dîrok û xwezayê komkujî didome. Di pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de, Projeya Gelê Dîcle Etaba 1'emîn eger temam bibe, dê li Baxçeyên Hevselê, li aliyê Fîskaya şînahî bê tunekirin û beton bê bi cih kirin.
Projeya Sulava Fîskaya ku di çarçoveya Projeya Geliyê Dîcle tê çêkirin, di sala 2011'an de destpê kir û hindik maye temam bibe. Şaredariya Bajarê Mezin di çarçoveya projeyê de terasa bajar û sulav û aliyê jêr golet, kafe, amfiya temaşeyê çêdike. Di vê projeyê de 1095 metrekare qada şîn tê tunekirin, kafeyeke ku 2 qatên wî bi ruhsat û qateke bê ruhsat wekî cihê kar hat avakirin. Avahiya Kafeyê 660 metrekare girtî û 325 metrekare jî qada servekiriye û ji bo bigihêjin cihê kar 300 metre rêya bi asfalt hat çêkirin. Li Dora cihê kar dîwarên bilind hatin çêkirin û qada şîn veguherî betonê.
Şaredariyê der barê mijarê daxuyanî neda
Der barê mijarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, daxuyaniyeke fermî nedan û li gorî agahiyên ku ji xebatkarên şaredariyê hatine girtin yên ne fermî, kafe di çarçoveya Projeya Geliyê Dîcleyê hatiye avakirin, li qadê dar nehatine jêkirin û hat îdiakirin ku li derdorê şînahî hatiye çandin.
Komkujî bi Çiyayê Kirklar destpê kir
Li Geliyê Dîcleyê komkujî li Çiyayê Kirklar destpêkir. Di komkujiya duyemîn de, bi hevkariya Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê û Wezareta Daristanê li Baxçeyên Hevselê 7 hezar dar hatin birîn. Li hember birîna daran bi rojan çalakî hatibû lidarxistin. Tê plankirin ku li Geliyê Dîcleyê, li ser çem 3 HES bên çêkirin û dîsa li gelî kana xîzê zirareke mezin didin eraziyên çandîniyê.(Diha)





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.