Li Çiyayê Meskanê banga aştiya gelan

Li Çiyayê Meskanê banga aştiya gelan
Nobeta li Çiyayê Meskanê ya li dijî çêkirina qereqolan careke din dest pê kir û nobet di roja duyemîn de berdewam dike.

COLEMÊRG - Welatiyê tevlî çalakiyê bûn diyar kirin ku çalakiyê tenê ji bo kurdan na ji bo aştiya hemû gelan li dar dixin û bang li hemû kesî kirin ku tevlî çalakiyê bibin.


Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê li dijî çêkirina qereqola li Çiyayê Meskanê ya Colemêrgê 11 rojan çalakiya nobetê li darxistibû û çalakiya nobetê duh careke din dest pêkir. Li Çiyayê Meskanê nobeta yêkemîn ji aliyê rêxistinên BDP'ê yên Şemzînan û Elkê hate girtin. Ciwanên tevlî çalakiyê bûn heya serê sibê nobet girtin û ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û PKK'ê slogan berzkirin. Welatiyan heya derengî şevê li ber kon li dora agir govend girtin û stran gotin. Di kon de jî têkildarî pêvajoya çareseriya demokratîk de nîqaş hatin meşandin.

Şevê heya serê sibê li ser konê nobetê heron firiya û leşkaran bi qereqolên li ser riya Colemêrg-Çelê û Çiyayê Meskanê alên tirkan daliqandin. Ligel vê yekê sewqiyata leşkaran a bi helîkopteran berdewam kir.

'Çalakî ji bo aştiya hemû gelan tê lidarxistin'

Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şemzînan Cabbar Taş, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê her roj amadekariyên şer dike. Taş, anî ziman ku ji bo çêkirina qereqolan bi dawî bibe çalakiya nobetê li dar dixin û wiha got: "Em îro nobeta xwe bi dawî dikin û nobetê dewrî Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê dikin. Em careke din bang Erdogan dikin, 'Ev çalakî tenê ji bo me nîn e ji bo aştiya hemû gelan e' Em gelê tikr û hemû gelên din dewetî vir dikin."

Serokê Rêxistina BDP'ê yê Elkê Abdulkerîm Ataman jî axaftinekî kin kir û piştî axaftinan Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê bi sloganan nobet dewr girt.(Diha)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.