Li Êlihê çalakiya Dayikên Aştiyê ya greva birçîbûnê bi dawî bû

Li Êlihê çalakiya Dayikên Aştiyê ya greva birçîbûnê bi dawî bû
Di pêşengitiya Meclîsa Dayikên Aştiyê de bi munasebeta piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê yên li Girtîgeha Urmiyê û ji bo şermezarkirina helwesta rejîma Îranê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

ÊLIH -  Meclîsa Dayikên Aştiyê bi daxuyaniyekê çalakiya greva birçîbûnê bi dawî kir.


Li Êlihê di pêşengitiya Meclîsa Dayikên Aştiyê de bi munasebeta piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê yên li Girtîgeha Urmiyê û ji bo şermezarkirina helwesta rejîma Îranê dest bi çalakiya greva birçîbûne kiri bûn. Piştî hat zanîn ku girtiyên li Girtîgeha Urmiyê çalakiya xwe bi dawî kirin. Meclîsa Dayikên Aştiyê bi daxuyaniyekê çalakiya greva birçîbûnê bi dawî kir.

Li ser navê Meclîsa Dayikên Nafiye Çelîk axivî. Çelîk berxwedana girtiyên li Girtîgeha Urmiyê silav kir û anî ziman ku ji ber ku girtiyên kurd gihiştin armanca xwe em jî weke dayik çalakiya xwe bidawî dikin. Çelîk di dawiya axaftina xwe de derbirî ku tu hêz nikarin li heberî têkoşerên kurd bigihin armancê ji ber ku têkoşerê kurd herdem di nava berxwedanek bêhempa dene.(Diha)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.