Li Iraqê milyon û nîvekî zêdetir jin bî man
Seroka Rêxistina El-Emelê Hena Edward daxuyand ku piştî sala 2003an a ku Amerîkayê Iraqê dorpêç kir vir ve, li welêt milyon û nîvekî zêdetir jin bî man.Rêxistina El-Emelê di qada mafên jinan de xebatan dike.
Seroka rêxistinê Hena Edward daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha axivî: "Li Iraqê ji sala 2003an vir ve operasyonên leşkerî tên kirin, çalakiyên terorîst û teqîn çêdibin. Piştî hemû van bûyeran li welêt milyon û nîvekî zêdetir jin bî, 3 milyonan zêdetir zarok jî êtîm û sêwî man."Edward daxuyand ku li Iraqê jin di meclisê de û rêvebiriya herêmî de cih digrin, lê der barê mafê mirovan de jinên ıraqî hê ne xurt in.
Edward wiha dewam kir: "Di temenê ciwan de zewac, sinetkirina jinan û hin edetên din ên ku rûmeta jinê bin pê dikin bi hiqûqê ve nayên cezakirin. Ji ber vê jî jin zehmetiyan dikşînin."(aa)





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.