Li Wanê Fuara Xurek, Çandinî û Heywandariyê hat vekirin

Li Wanê Fuara Xurek, Çandinî û Heywandariyê hat vekirin
Li Wanê Fuara Xurek, Çandinî û Heywandariyê ya Rojhilatê Anadoluyê ya yekemîn hat vekirin.

Fuat li Navenda Kongre û Fuarê ya Expoyê ya Rojhilata Navîn hat vekirin û ji bajarên cur bi cur 75 fîrma beşdarî fuarê bûn. Fuar wê heta 18ê nîsanê vekirîbe.

Walî Îbrahîm Taşyapan di vekirina fuarê da axivî û destnîşan kir ku bajarê Wanê bajarê çandinî û heywandariyê ye û got ku piraniya axa bajêr ji çêrgehan pêk tê.

Taşyapan diyar kir ku çêrgeyên li herêmê têra bi milyonan heywanî dike û got heta niha ev potansiyel nehatiye emilandin û wiha dewam kir: "Înşela em ê çêrgeyan baş biemilînin. Êdî em nikarin wekî ku me ji bav û kalên xwe dîtiye em heywandariyê bikin. Heger em di bihayê goşt, şîr û heywanan da bi dinyayê re nekevin reqabetê tê wê meneyê ku kêmasiyên me hene. Xebateke baş e ku ji bajarên cuda 75 fîrma hatine vir. Heger li derekê hizûr û ewlehî tunebe serkeftin çênabe. Pîşesazî û ticaret pêş nakeve."

Serokê Şaredariya Mezin a Wanê Bekir Kaya jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku erdnîgariya bajêr ji bo çandiniyê baş e û got di salên 1990î de ji 4 milyonî zêdetir pêz li herêmê hebû.

Kaya diyar kir ku ji ber pêvajoyên polîtîk ên berê ev hejmar daket 2 milyonî û got heman rewş ji bo çêrgeh (mer'e) û zozanan jî heye û wiha xeberda: "Em naxwazin di salên berê de asê bibin, lê heger em rewşa berê nizanibin em nikarin pêşeroja xwe tayîn bikin. Em ji pêvajoyeke hesas de derbas dibin. Di civînên wiha de em bal dikşînin ser pêşxistina aboriyê, Lê divê em ji bîr nekin, heta aştiya civakî û demokrasî pêş nekeve feydeyê nade pêşketinên di warê aboriyê de. Îro ji her demê zêdetir pêwistiya me bi demokrasî û aştiyê heye. Heger em vê pêk bînin wê di warê aboriyê de jî serketin û pêşketin çêbin."

Kaya destnîşan kir ku beriya her tiştî divê xwedî li aştî û demokrasiyê derkevin û wiha peyivî: "Di salên 1990î de êşên mezin qewimîn. Şewitandina mer'e û gundan zirareke mezin da çandinî û heywandariyê. Hêvî ew e ku cardin tiştên wiha neqewimin."

Piştî axaftinan fuar hat vekirin di pêşbaziya ku bi destê Midûriyeta Bajêr a Xurek, Çandinî û Heywandariyê hat kirin de xelat dan çotkarên ku serkeftî bûn.

Sekreterê Giştî yê Ajansa Pêşketinê ya Rojhilatê Anadoluyê Emîn Yaşar Demircî, Serokê Odeya Pîşesazî û Ticaretê ya Wanê Necdet Takva, Serokê Borseya Ticaretê ya Wanê Salman Toprak û midûrên saziyan beşdarî vekirina fuarê bûn. (AA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.