Li Wanê talana daran
WAN - Li gundê Ziyaretê ya taxa Xocaalî ya navçeya Erdîşê ya Wanê 4 sal berê di 4'ê Nîsanê de bi minasebata Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan darên hatin çandin ji aliyê kesên nasnameyên wan nediyar ve ji kokê re hatin birîn. Keyayê gund Ferhat Goçmuş bertek nîşanî ji birîna darên ku kulîlkên wan hêj nû bişkivî bûn da û wiha got: "Ji înad we sala bê ez ê li vir bi hezaran şitilên daran ez biçinim."
Kulîlkên daran hêj nû bişkivîbûn
Goçmuş anî ziman ku di der barê mijarê de serî li leşkeriyê û Midûriyeta Çandinî û Sewalvaniyê daye û wiha axivî: "Ev dar ne milkê tu kesî ye. Me ev dar bi piştgiriya derdorê çandin. Ên ku ji bo seyranê tên vê derê ji bo ku fêkî û zerzewatên xwezayî bixwin me ev dar çandin. Daristanên me yên bi salan e ku dişewitînin me xwest em jî nû ve şîn bikin. Tiştê ku em dixwazin ne tiştekî xirab e."(diha)





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.