Ligel talukeyê pincar kom dikin

Ligel talukeyê pincar kom dikin
Welatiyên gundê Bîlîcan ê piştî leşkeran gundê wan vala kir û hatin li Geverê bi cih bûn ji bo debara xwe bikin jiyana xwe diavêjin xetereyê û pincar kom dikin.

Welatiyên gund di nava mayînên leşkeran danîn de cureyên pincaran kom dikin û difiroşin. Welatiyan got, "Tirsa leşkeran li hemberî tirsa debarê têk çû."

Welatiyên gundê Bîlîcan ê navçeya Çelê ya Colemêrgê di sala 1995'an de ji aliyê leşkeran ve bi zorê ji gund hatin derxistin û 20 sal şun da careke din li xwezayê re li hev hatin. Welatiyên ji bereketa buharê re fêde digirin ligel gelek talûkeyan li çoltaran kenger, alo, ciriş, pung, mendê, kîvarg, hingedan, tirşik, lûşe, guhbizink, helîz û gelek cureyên dên pincar kom dikin û debara xwe pê dikin. Welatiyan diyar kirin ku dem dem rastî serdagirtina leşkeran tên û ji ber tedbîrên leşkeran û mayînên leşkeran danîn gelek caran jiyana wan dikeve xetereyê. Welatiyan anî ziman ku pincar piranî li herêma Oremar û Rubarokê çê dibin û ev qad jî ji aliyê leşkeran ve hatine mayînkirin. Welatiyan da zanîn ku ligel talûkeyan pincarên kom kirin kîloya wan di navbera 35 û 5 lîre de difiroşin.

'Pincar çavkaniya derbara 150 kesan e'

Welatiyê bi navê Nesrettîn Temeş diyar kir ku di şertên gelek zor de diçin Rubarokê pincar kom dikin û pincarên li herêmê çêdibin çavkaniya debara 150 kesan in. Temeş anî ziman k ji ber leşkeran gelek caran talûkeya mirinê derbas dikin. Temeş da zanîn ku ji ber şerê li herêmê hat meşandin di sala 1995'an de ji gundê derxistin û wiha got: "Em di sala 1995'an ji gund hatin derxistin û hatin vir. 20 sal in ez neçûm gund. Ez ji bereketa gundê xwe dûr mam. Em 15 kes zivistanê masiyan, buharê pincar û havînê jî fêkî û sebze difiroşin. Ji ber îsal baran kêm bû sezona pincar ket mehekê. Dema em diçin pincar kom dikin em gelek rîskan digirin wek qaçaxçî me dibînin. Tirsa leşker li hemberî tirsa debarê têk çû. Piranî em pincarên welatiyên li nêzî çiyayan tînin em dikirin. Em lîreyek zêde dikirin. Em van li 4 dikanên şaredariyê diyar kirin difiroşin."

'Derman û doktorê kurdan pincarên çiyayan in'

Arafat Temeş diyar kir ku heya niha tu caran neçûye doktor û pincar dermanên xwezayî yên herî baş in û wiha got: "Li çiyayên Kurdistanê ji nebatên şîfayî tejîne. Li cem me doktorên kurdewar hene. Hemû dermanên xwe ji van pincaran çêdikin. Ev derman ji nexweşiyên weke mede, rovî, sermayê, tansiyon û gelek nexweşiyên din re baş tên. Bav û bapîrên me tu caran neçûne doktoran. Tenê dermanê wan pincar bûn. Dema ava wê vedixwarin û an jî bi hin tiştên din re tevlî hev dikin tu nexweşî nediman."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.