Malbata sûriyeyî li benda alîkariyê ye

Malbata sûriyeyî li benda alîkariyê ye
Malbata ku ji 14 kesan pêk tê, xwe sipartin Arabana navçeya Gazîantepê, li vir bixwe konek vegirtine û tê de dimînin.

Malbata sûriyeyî ya ku ji ber şerê navxweyî yê welatê xwe revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê, bi derfetên xwe ve konek vegirtin û tê de dimînin, lê jiyan ji bo wan dijwar e.

Abdulkadir Aliyê malxwe malê bi jin û 12 zarokên xwe re havînê ji bo penbûberhevkirinê hatin Arabana navçeya Gazîantepê. Alî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, piştî ku wextê penbû derbas bû, ew mexdûr bûn.Alî got ku ew li Helebê wek karmendê nifûsê dixebitî, lê piştî ku şer derket, hatin Tirkiyeyê û wiha dewam kir:

"Em ji bela DÎŞIyê mecbûr man û me welat û axa xwe terikand. Me havînê li Deşta Arabanê penbû berhev kir û pê debara xwe kir. Vê gavê karekî ku em bikin jî tuneye. Me bi keda milê xwe ev kon vegirt û em van rojên sir û seqem de li vê derê dimînin û ber xwe didin."Alî got ku daxwaza wî tenê malek e ku ew bi malbata xwe ve tê de bijî û ji rayedaran alîkarî xwest.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.