Malbata sûriyeyî ya ku li derva ma xwe siparte parkê

Malbata sûriyeyî ya ku li derva ma xwe siparte parkê
Li Siwêrega navçeya Rihayê malbateke ji Sûriyeyê xwe siparte parkekê û di nav şertên zor da jiyana xwe didomîne.

ŞANLIURFA - Mihemed Huseynê ku ji vir 2 sal berê ji ber şêrê navxweyî yê li Sûriyeyê bi malbata xwe ya ku ji 7 kesan pêk tê va revîbû û xwe sipartibû Tirkiyeyê li Siwêregê bi cî bibû. Malbat hetanî demekê di xaniyê ku kirê kiribûn da dima û paşê ji ber tunebûnê malbatê xwe siparte Parka Tahsîn Kaplan a ku li taxa Camîkebirê ye.

Huseynê ku bi jina xwe û zarokên xwe va li parkê dijî diyar kir ku ev hefteyek e bi malbatî li derva mane û li parkê dijîn.

Huseyn destnîşan kir ku kesên xwedîxêr hewcedariyên wan dibînin û wiha axivî: "Li parkê radibin û rûdinin. Ji ber ku pereyê me tune em nikarin xaniyekî kirê bikin. Em ji xwedîxêran dixwazin ku bira alîkariyê bidin me ku em ji xwe ra xaniyekî bigrin.

Huseyn diyar kir ji ber ku li parkê dimînin zarên wî nexweş ketin.

Wek mayîn hat ragihandin ku Qaymeqamtiyê ji malbatê ra gotiye ku derbasî konbajêr bibin lê belê malbatê qebûl nekiriye. (AA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.