'Manşetên piştgiriyê didin DAIŞ'ê tên avêtin li hemberî gelên Tirkiyeyê îxanet e'
'Manşetên piştgiriyê didin DAIŞ'ê tên avêtin li hemberî gelên Tirkiyeyê îxanet e'
STENBOL - Piştî YPG'ê Girê Spî azad kir medyaya AKP'ê dest bi manşetên "YPG ji DAEŞ'ê bêtir talukeye' û nûçeyên dere ên YPG'ê reş bikinê yên weke "paqijiya nîjadî" dikin weşandin û ev yêk jî polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî Rojava radixe berçavan. Pisporê Rojhilata Navîn Doç.Dr. Veysel Ayhan diyar kir ku medyaya alîgir a ku parastina DAIŞ'ê dike li hemberî gelên Tirkiyeyê îxanetê dike.
Piştî Girê Spî ji destê çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin medyaya AKP'ê dest bi piştevaniya rêxistina hemû cîhanê weke rêxistina terorê îlan kirî kir. Rojnameyên Akşam, Star, Yenî Şafak, Sabah û gelek rojnameyên din ên AKP'ê manşetên "YPG ji DAEŞ'ê taluketir e" û "paqijiya nîjadî dikin" avêtin û YPG hedef nîşan dan û ketin nava liv û tevgera çeteyên DAIŞ'ê paqij derbixin. Tirkiyeyê hesaba 'Suriye dê bibe baxçeyê min' kir
Ayhan diyar kir ku polîtîkayên Tirkiyeyê yên Suriyeyê ji înşaya demokratîk a hemû gelan di nava xwe dihewîne dûr bû û polîtîkayên Tirkiyeyê yên li hemberî Suriyeyê li ser Esad dê di demek kin de biçe û "Suriye dê bibe baxçeyê me yê din" hat danîn û li gorî wê tevgeriya. Ayhan anî ziman ku AKP'ê di çar salên dawî de welat û civak ber bi kaosekê ve bir û divê ya hatiba kirin hemû gelên Suriyeyê di bin ewlehiyê de girtiban. Ayhan da zanîn ku piştî PYD û hêzên ereb Girê Spî azad kir divê ji bo vegera sivîlan tevkarî daba rêveberiyê.
Ayhan da zanîn ku divê di polîtîkaya Tirkiyeyê ya derveyî welat de guherînek pêk bê û divê di serî de hişmendiya desthilatdarî di destê xwe de girtî bê guherîn. Ayhan anî ziman ku di pêvajoya gelên Tirkiyeyê di nava aştiyê de û azadiyê de bijî biryar dayî divê tu gotinên gel li dijî hev bên pêk neyên.(diha)





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.