Nêçirvan Barzani: Turkmen pêkhateya duwem ê Kurdistanê ne
Nêçirvan Barzani: Turkmen pêkhateya duwem ê Kurdistanê ne
Piştî hevdîtina li gel parlamenterên Turkmen ên Parlamentoya Kurdistanê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku ''Turkmen duwemîn gelê Kurdistanê ne.''
Hewlêr – Piştî hevdîtina li gel parlamenterên Turkmen ên Parlamentoya Kurdistanê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku ”Turkmen duwemîn gelê Kurdistanê ne.”
Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê, li awayiya Mûduriyeta Giştî ya Çand û Hunera Turkmenî ya ser bi Wezareta Rewşenbîrî û Lawan, li gel parlamenterên Tirkmen civînek pêkanî. Piştî civînê Barzanî û herdu parlamenterên Turkmen Aydin Marûf û Mûna Qehwecî civînek çapemeniyê lidarxistin û Barzanî got ku Turkmen duwemîn pêkhateya Kurdistanê ne. Barzanî diyr kir ku ew li ser vexwenda parlamenterên Tirkmen hatiye vê civînê û her wiha xweşhaliya xwe derbarê xutbeya înê ya bi zimanê Tirkmenî jî derbirî.
Barzanî her wiha diyar kir ku Turkmen û Aşûrî jî weke gelê Kurd xwedan heman maf û azadiyan in. Barzanî li ser pirsa rojnamevanan got ku hevdîtina wan ne li ser mijara kotaya li herêmê ye lê belê dê hewldana ji holê rakirina kotaya pêkhateyan bi awayek nerênî karîgerî li pêvajoya demokrasiyê li Kurdistanê bike.(basnews)





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.