1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Parêzgeha Besrayê gefa ragehandina herêma federal dixwe
Parêzgeha Besrayê gefa ragehandina herêma federal dixwe

Parêzgeha Besrayê gefa ragehandina herêma federal dixwe

Parêzgehên berhemhênerên petrol û gazê daxwaza 5 dolarê xwe dikin, Wezareta Darayî ya Iraqê jî teqez dike ku ew proje-yasa maye lê ji ber butçeyê kêm kiriye nikarin cîbicîh bikin.

A+A-

BESRA- Piştî ku reşnivîsa budçeya Îraqê ya sala 2014’an gehişte Parlamentoya İraqhe û pêşniyara dana 5 dolaran ji her bermîleke petrolê bo parêzgehên berhemhênerên petrolê hat redkirin, berpirsên parêzgeha Besrayê gefa ragehandina herêmeke federal a serbixwe dixwin, herwiha ji xelkê xwestine ku bêne ser cadeyan û daxwaza mafên xwe bikin.

Parlamanterekî Îraqî yê parêzgeha Besrayê tekez kir ku eger ew biryar neyê cîbicîh kirin, zêdeyî 120 parlamentarên naverast, başûrê Îraqê, Hevpeymaniya Kurdistanê û Fraksyona Muwatin deng naden wê biryarê û got: ‘’Eger ew proje-yasa li Parlamentoya Îraqê derbas nebû ji bo biryarê emê serî li Dadgeha Bilind a Federal bidin ji ber ku binpêkirinên detûrî hene.’‘

Berpirsekî li parêzgeha Besrayê jî ragehand ku mehane 360 milyon dolar maf û îmtiyaz di berhemînana petrolê de hene û qet dest ji mafên xwe bernadin û wiha axifî: ‘’Herwiha emê dest bi xwepêşandanan bikin û parêzgehê jî wek herêmeke federal a serbixwe rabighînin.’‘ 

Derbarê mijarê de Parlamenterê Besrayê Cewad Elbezunî ji rojnameya Şerq El-Eswet re  got: ‘‘Yasayên parêzgehan bi awayekî eşkere maf dide hemû parêzgehên berhemhênerên petrol û gazê daku serê her bermîlekê 5 dolaran werbigirin. Yasa di rojnameya ’’Waqii’’ a Îraqî de hatiye weşandin, û çênebe ku hikûmet kar pê neke. Proje-yasaya ku gehiştiye Parlamentoya Îraqê tenê yek dolar e ne pênc dolar, ewna jî binpê kirineke mezine’’.  

Li aliyê din ve Cîgirê Parêzgarê Besrayê Welîd Gîtan got: ‘‘Parêzgeha Besra li ser bingeha pênc dolaran plan ji bo budceya sala 2014’an dariştiye ku mehane 360 milyon dolar e.’‘

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.