Parlementerên HDPyê çûn serdana Yaşar Kemal

Parlementerên HDPyê çûn serdana Yaşar Kemal
Parlementerê HDPyê yê Mersînê Kurkçu got: "Xwezî her kes wekî Yaşar kemal bijiya, heke wisa bûya niha li Tirkiyeyê gelek şer li paş me mabûn û em gihiştibûn jiyaneke rehettir. "

ÎSTANBÛL  - Parlementerê HDPyê yê Mersînê Etûgrûl Kurkçu got "Xwezî her kes wekî Yaşar kemal bijiya, wisa bûya niha li Tirkiyeyê gelek şer li paş me bûn û em gihiştibûn jiyaneke rehettir."

Parlementerên HDPyê Kurkçu û Nûrsel Aydogan, Erol Dora, Sebahat Tûncel û Ayla Akat Ata li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Îstanbûlê ya Zanîngeha Îstanbûlê (ZÎ) nivîskar Yaşar Kemal ziyaret kir. Kurkçu piştî ziyaretê daxuyanî dan roijnamevanan û got ku dema bihîstin ku Yaşar Kemal hildan unîteya nexweşên giran pê ve gelek meraqa rewşa wî kirin. Kurkçu got ku me rastiyên tibî yên der barê Yaşar Kemal de ragihandin û axaftina xwe wiha berdewam kir:

"Ew me nabihîze lê em wisa bawer dikin ji ber ku hê jî xwîn li canê wî digere û dilê wî lê dixe, wî em hîs kirine. Em gelekî jê hez dikin lê ne tenê wek wêjevan, ji ber ku mirovekî mezin e jî em jê hez dikin. Ew kesekî wisa ye ku her dem li cem kesên bindest, xîzanan, ketiyan, kesên ku serê wan di belayê de ne û biçûk hatine dîtin, cî girtiye. Di rastiya xwe de ji ber ku bi çavê me li cîhanê dinêre me gelekî girîngî da nêrîn û fikrên wî.

Xwezî her kes wekî Yaşar kemal bijiya, heke wisa bûya niha li Tirkiyeyê gelek şer li paş me mabûn û em gihiştibûn jiyaneke rehettir. Lê diyar e ku em divê ji bo vê yekê gelek tiştan bikin."(aa)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.