Peyamek ji malbata Şehîd Hucam
Şeva borî, 3 Nîsanê, di operasyoneke taybet de li taxa Qahîre ya bajarê Mûsilê, kujerê Şehîd Hucam hat kuştin.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de, kuştina wî çekdarê DAIŞê yê Kurd, ku pêşmergeyên şehîd Hucam Surçî bi awayekî hovane şehîd kiribû, piştrast kir.
Li gor ku di daxuyaniyê de hatiye, demjimêr 20:45 xulek, bi dema Hewlêrê, “terorîst Muwefeq Esaad Eskender” li taxa Qahîre ya bajarê Mûsilê hat kuştin û 2 çekdarên ligel jî bi giranî birîndar bûn.
Di vê derbarê de, birayê Şehîd Hucam, Malik Ebdulrehman ji BasNewsê re got: “Dema nûçeya kuştina kujerê birayê me, gehişte me, em gelek kêfxweş bûn, hevjîn û zarokên wî jî gelek dilxweş bûn.”
Ebdulrehman got jî: “Em gelek spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin, ku soza xwe gihand serî û tola xwîna Şehîd Hucam stand, em gelek kêfxweşin ku Barzanî tola birayê me stand.”
Herwiha spasiya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê jî kir, ku karîbû di wê operasyona taybet de wî “terorîstî” bikuje.
“Terorîst” Muwefeq Esaad Eskender roja 25ê Çileya sala 2015an li bajarê Mûsilê efserê Pêşmerge Hucam Surçî bi awayekî hovane şehîd kiribû.




Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.